Rayedarekî Sûriyê: Sê lîwayên HSDê temam bûn, tenê Kobanî ma
RûpelNews - Piştî daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ragihandibû ew fesih bûye, derbarê entegrekirina avahiyên wê yên leşkerî û sivîl di nav saziyên dewleta Sûriyê de daxuyaniyeke nû hat weşandin.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed el-Hilalî, ji Rûdawê re got ku heta niha entegrekirina 4 hezar û 500 personelî temam bûye.
Hilalî got ku entegrekirina sê lîwayên sereke yên girêdayî HSDê yên li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê bi Artêşa Sûriyê re temam bûye.
Wî destnîşan kir ku lîwaya çaremîn, Lîwaya Kobaniyê, niha wek beşek ji planên Wezareta Parastinê di bin perwerdehiyê de ye.
"Hilweşandina HSDê ne dawiya rê ye"
Hilalî, derbarê gavên ku dê piştî hilweşandina HSDê bên avêtin de axivî û destnîşan kir ku pêvajo ketiye qonaxeke nû û wiha got:
"Hilweşandina HSDê ne dawiya rê ye; berevajî vê yekê, ew destpêka qonaxa dawî ya cîbicîkirinê ye. Bi gotineke din, em ji avahiyeke serbixwe derbasî qonaxeke wisa dibin ku tê de peymanên hatine kirin tên fermîkirin."
Hilalî diyar kir ku di dema pêş de, dê lîsteyên navan bên vekolîn, statuyên yasayî bên sererastkirin û pile û pisporî bên diyarkirin û lê zêde kir ku kesên ku pîvanên pêwîst pêk bînin dê di nav yekîneyên Wezareta Parastinê û zincîra fermandariyê ya fermî de bên bicihkirin.
"Dê saziyên li derveyî dewletê nebin"
Hilalî destnîşan kir ku di yekbûna sektorên leşkerî û ewlehiyê de pêşketineke berbiçav çêbûye û eşkere kir ku xebatên li ser veguhestina saziyên sivîl berdewam dikin.
Hilalî, amaje pê kir ku tê payîn veguhestina îdarî û rêxistinî ya hin saziyên perwerdehiyê, her wiha dezgehên nifûs, pasaport û koçberiyê pêk were û got, "Ji niha û pê de dê ti 'saziyên li derveyî dewletê' nemînin."
Hilalî diyar kir ku ji bo veguhestina saziyan bo nav avaniya hikûmetê tenê prosedurên radestkirin û tomarkirina îdarî mane û lê zêde kir ku 'avaniya duserîtiya' ya berê dê bi dawî bibe gava ku her saziyek rasterast bi desthilateke hikûmetê, budce û avaniya karmendan ve were girêdan.