Jiyan
Raqibê Trump, Sanders di berxwe neda û ket nexwesxanê
PeyamaKurd- Senatorê Amerîkayê Bernie Sanders ê ku li dijî Trump di hilbijartina sala 2020an de bo Amerîkaya Amerîkayê namzede, bi sedema êşa di singa wî de birin nexweşxanê.
Ji berdevkên Sanders Jeff Weaver beyaneka nivîskî da çapemeniyê û weha got:
“Sanders bi êşa singa xwe nexweş bû. Piştî hinek test û pîvanên tibî hat dîtin ku damareka wî xitimandiye. 2 heb sitend di damar de hat bicîhkirin. Diaxife û bi kêf e.”
Sanders wê di çend rojên pêşiya me de bêhna xwe bide û bi wê sedemê temamê bernameyên wî hatine betalkirin.