Trump îfade neda Serdozgeriyê!
PeyamaKurd – Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, îfade neda Serdozgeriya New Yorkê. Di çarçoveya bihayê samanên wî de, Trump çû Serdozgeriya New Yorkê kir, lê daxwaz kir ku mafê xwe yê neaxavtinê yê qanûnî bi kar bîne û got, ez naxwazim biaxivim.
Trump piştî ji bo îfadeyê ket serdozgeriyê bi saetekê, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir:
“Bi pêşniyara şêwirmendê min û ji ber hemû sedemên din, di çarçoveya benda 5emîn a Qanûna Amerîkayê de ku mafê welatiyan û îmtiyazên wan diparêze, min red kir pirsan bibersivînim.”
Trump got, di dema îfadeyê de sedema bikaranînamin a mafê neaxavtinê ji min hat pirsîn û gotin: “Ger tu ne sûcdar î, tu çima vî mafî bi kar tînî?”
Trum pirs bersivand û destnîşan kir: “Ez bersiva vê pirsê dizanim, lê dema malbata we, kompaniya we û mirovên derdora we bibin hedefa parêzer, dozger û medyaya nûçeyên sexte û derewîn ku piştgiriya wan a siyasî heye, vebijarkek we ya din namîne.”