TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Ramyar Mehmûd: Ger helbest nebe, em ê hemû di nava ziman de bixeniqin

Dilêr Aydogan
Edîtor
📅 15 îlon 2026 17:10
Hevpeyvîna bi helbestvan û nivîskar Ramyar Mehmûd re

RûpelNews - Wêje di bingeha xwe de ne tenê tomarkirina hestên rojane ye; belkî şeqbûna wî dîwarî ye ku sîstema ziman û cîhanê dorpêçkiriye. Piştî sala 1991ê, dema ku jiyan di nava valahiyeke kûra hebûnî û civakî de asê ma, helbesta kurdî neçar bû ku ji wêtora makyajkirinê û xemilandina rûkeş derkeve. Di navenda vê nîgeranî û redkirinê de, Ramyar Mehmûd ne wekî temaşevanan afirînerê melodiyan, belkî wekî Şahidekî Birîndar û Avakarekî Ziman derdikeve holê. Ew di vê hevpeyvînê de helbestê ji sînorên "forma spehî" û harmonîkirina rûkeş rizgar dike. Di xala ku gelek kes helbestê dikin dîlê awaz û rezonansa fonolojîk, Ramyar Mehmûd berême dide kûrahiya sentaksê, derzên ziman û qada rûbirûbûna rasterast a ligel cîhanê. Ji bo wî, koçberiya ciwanan an jî rawestina li dijî "jiyana têlkirî" ne tenê sekneke siyasî, di heman demê de redek eksistentialistî ye, dijberiya pûçiya kollektîf û hilweşîna mirov a di nava girseyê de ye. Ev gotubêj ne tenê bersivên li ser pirsan in berovajî wê, banga ziman û cîhanekê ye ku hê nehatiye. Ji rexneya li ser şêwazên kevneşopî û şagirdiya harmoniya derve bigire, heta digihîje azadiya helbestê ya li hemberî sîksîzm û kapîtalîzekirina hestan, Ramyar Mehmûd rastiya helbestê di akteke şoreşgerî de dibîne akteke ku ne li benda qada giştî disekine û ne jî xewna nîşandana wêneyî dibîne. Di vê hevpeyvînê de, hûn ê rastî dîtineke radîkal a li ser helbest, ziman, mîmariya deqê û hebûna mirovî bibin; dîtineke ku helbestê ne wekî makyajeke pûç, belkî wekî "vedîtineke çalak" û tekane stargeha li dijî fetisîna di nava pûçiyê de pênase dike. Fermo, gavê biavêjin nava vê qada aheng û rûbirûbûnê cihê ku peyv rasterast bi cîhanê re dikevin nav axavtinê...

 

Ramyar Mehmûd kî ye?

Helbestvan, nivîskar û lêkolêrekî ji Başûrê Kurdistanê ye. Di 31ê Çileya 1974an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di navbera salên 1995-1996an de, li Zanîngeha Silêmaniyê bawernameya lîsansê di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de bi dest xistiye. Damezrênerê kovara (Gotar) a taybet bi lêkolînan bûye. Zêdetir wekî helbestvan hatiye naskirin û xwedi şêwazeki taybet ê bi xwe ye di nivisandinê de. Xwediyê 5 dîwanên helbestan e, ku hinek ji wan ev in: (Zimanê xwe vedigerînim nav dilê xwe) û hemû helbestên wî (Şeveke min a dilteng heye). Her wiha, çar pirtûkên wî yên lêkolînê di warên cuda de hatine çap kirin. Helbestên wî bo zimanên biyanî yên wekî (îngilîzî, danîmarkî, farisî û erebî) hatine wergerandin. Ji sala 2019an û vir ve, damezrêner û xwediyê îmtiyaza Dezgeha KurdRawm e. Niha li bajarê Silêmaniyê diji.

 

Dilêr Aydogan: Helbestên te mîna ku ji nav valahiyeke bêbinî hatibin nivîsandin diyar dibin. Li gorî te, helbest hewldana dagirtinavê valahiyê ye, an tenê dengvedana wê ya di nav bêdengiyê de ye?

Ramyar Mehmûd: Di sala 1991ê û pê de jiyan ket valahiyê; kem zêde ev yek jibo hemû ciwanên piştî şoreşê rast e. Ji bo min di helbestê de ev dibû bêwatekirina çanda serdest, dibû redkirin. Diviyabû helbest nebe beşek ji makyajê, dema wê hatibû ku fikar bikevin navê; helbest ji bo vê têkoşînê lê dihat. Ew sal serdemên me yên herî tarî bûn; bersiveke me ya civakî ji bowê rewşê hebû, ew jî şoreşa koçberiya komî ya ciwanan bû. Koç tiştekî wisa bû ku mirov pê cîhana xwe bi awayekî ferdî red bike; yekane rastiya ku wateya xelasbûnê dida ew bû. Di serdema kolonyalîzmê de cezayê herî mezin û herî bi êş, cezayê dûrxistina ji welat bû; ji bo qonaxa post-kolonyalîzmê cezayê herî mezin, cezakirina te ya bi manbûna li welatê te ye an jî heger bi terîfeke rasttir bibêjim, jiyaneke nava têlan de. Ji ber wê min karê xwe di redkirina tunehesibandina kolektîf de dît.

 

Dilêr Aydogan: Di helbestên te de xêzikeke zirav a di navbera valahiya nîhîlîstî û lêgerîna wateyê ya ekzîstansiyalist de tê hîskirin. Dema ku helbestvan rûbirûyî absurd û valahiya cîhanê dibe, gelo helbest ji bo wî dibe navgîna afirandina wateyê , an ewtenê dibe belgekirin û xemilandina wê bêwateyiyê?

Ramyar Mehmûd: Helbest bi vî rengî hatiye nîşandan ku divê spehî û xemilandî be, di wê yekê de hatibe sînordarkirin ku tenê formek e. Lêbelê helbest têgihiştineke watedar û dîtineke bi rengekî din e. Ziman û wate ji hev nayên veqetandin, û ziman bi awayekî bêsînor ji destkariyê re vekirî ye. Li cem min, helbestvan ji her kesî zêdetir divê xwedî nêrîn û têgihiştineke kûr be; heke ne wisa be li şûna helbestê, wekî formeke xav û sist, dê deqeke kartonî derkeve holê. Pêwîstiya mirov bi vedîtinê heye; helbest dikare bibe vedîtineke çalak. Mirov bi berdewamî di pêvajoya windakirinê de ye; windakirina di nav olê de, windakirina di nava girseyê de, û windakirina wî di nava tiştbûnê de. Dîtineke hebûnî rêyek e ji bo dîtin û jinûve çêkirinû hilberandina mirovan.

 

Dilêr Aydogan: Di wêneyên te yên helbestî de hestek ku rastiyê dişkîne û birînên hundirîn ên mirov derdixe holê heye. Tu dîtina derve çawa dişikîne da ku wêneyekî ewqas xurt ê hundirîn bê afirandin?

Ramyar Mehmûd: Ew ne hilbjartin e, ew bixwe tu yî; an bi rengekî din, ew jinûve berhemhênaneke zimanî ya te bi xwe ye. Helbest qada rûbirûbûna te û cîhanê ye. Ez fêr bûme ku cîhanê wekî xwe birastî wernegirim; jiyan ne ew e ku li derve ye, belkî ew e ku em tînin nava xwe. Helbest bangek e ji bo cîhanek, jiyanek û zimanekî ku hê nehatiye. Helbest ew cih e ku di her sîstema zimanî de derz, qelîş û korîdoran çêdike. Ger helbest nebe, em ê hemû di nava ziman de bixeniqin.

 

Dilêr Aydogan: Îro bazara edebiyatê helbestê dixe nav qalibên hestiyarî yên hêsan. Ev hewldana "her kes jê fehm neke" û populîzma ku edebiyatê sivik dike, bandoreke çawa li ser helbesta resen dike?

Ramyar Mehmûd: Hestiyariya hêsan derdek e ku li helbestê dixe; ango deqek e ku bi tevahî naskirî û rasterast e. Lê belê wêje di bingehê xwe de hestiyar e. Di dawiyê de, wêje dîroka hestkirina mirov e; em tenê bi riya huner û wêjeyê dikarin der barê hestkirina mirov de tiştekî bizanin. Mirov hestkirina xwe ya rastîn bi riya wêjeyê tîne ziman. Mirov bê wêje tenê tiştekî jibîrkirî, amûr û objeyek e, yanî tenê dibe tiştek di nava tiştan de. Shakespeare dibêje: «Bi hestên xwe cîhanê dibînim.» Lê belê hesta rûtîn ligel hesta rastîn a mirov tiştekî cûda ye; li gorî vê yekê, helbest berhemhênana hestekî nedîtî ye.

 

Dilêr Aydogan: Gelo hewildana te ya avakirina zimanekî nû ji şêwe û ramanê, redkirina helbesta berê ye, an tenê derbirîna tenêtiya mirovê vê sedsalê ye?

Ramyar Mehmûd: Ez bi vî rengî li zimanê nû tê digihêjim; dema ku sentaksa te ya taybet bi xwe hebe. Heta ku em sentaksê neguherînin, em nikarin wateyê biguherînin, û em nikarin cîhanê û xwe bi rengekî cuda bibînin. (Şêrko Bêkes, Refîq Sabîr, Ebdulla Peşêw û Letîf Helmet) û hemû ew kesên din ên ku min navên wan neanîn, her di nava dîlbûna rûtîna dengî û derve ya ziman de man; yan bi hêsanî bibêjim, ew bûn dîlên melodiya derve û hîn jî di nava rûkeşeke fonolojîk a harmonî de asê mane. Şêrko Bêkes mezintirîn helbestvanê harmoniya dengî ye, û mezintirîn lihevhatin û melodîsaziya aliyê derve yê ziman di wî de heye. Gelek helbestvan di helbesta kurdî de wekî panzêran in; dengekî pir derdixin, û ger tu bixwazî ji bo panzêrekî bikevî kemînê, divê tu leşkerekî netirs bî. Pîvana wateyê di piraniya helbesta nû ya kurdî de hîn jî dîlê awazêye. Awazdanîn ji bo ziman nayê wê wateyê ku ev helbest e, belkî ew gotineke melodîk-kirî ye. Mekanîzmayeke sereke heye ku giştîtiya helbesta kurdî birêve dibe, ew jî mekanîzmaya lêkçûnê ye; lêkçûn faktora herî bihêz ya helbest çêkirinê ye. Ez baweriya xwe bi cûdabûnê di berhemhênana helbestê de tînim, li derveyî lêkçûna tiştekî bi tiştekî din re. Ger ez pirsa redkirinê bînim ziman, ji bo min pirs ew e ku em li şûna redkirinê cûdabûnê biafirînin.

 

Dilêr Aydogan: Di helbestên te de ziman ne tiştekî xemilandinê ye, mîna neşterekê ye ku goştê rastiyê diqetîne. Ji bo ku peyv ji wê xemla hêsan rizgar bibe û bibe tirs û êş, tu bi ziman re dikevî çi cure şerekî?

Ramyar Mehmûd: Xemilandina ziman xwedî dîrokeke dirêj e, bi taybetî ji bo aliyê madî yê ziman, ango aliyê dengî yê wê. Destan, beyt û tewra deqên olî jî pişta xwe dan xuyanga harmonîkirî ya ziman. Heta kevintirîn ferhenga me ya zimanî ku xwedanasê mezin Melayê Cizîrî bi helbestê danîbû; herwiha wekî ku paşê Şêx Marifê Nodê ferheng bi helbestê danîbû. Sazkirina ziman di ezberkirina çandî de roleke sereke dilîze, û nivîsandin li cihekî jinûve berhemhênana çanda ezberkirî ye. Tişta ku folklor hiştiye, helbestkariya wê ye. Lê belê ligel helbesta klasîk a kurdî, ew tişta ku heye bi tevahî cûda ye. Ziman ne tenê sazkirin e, belkî bazdaneke cûda ya estetîk û wateyê ye. Ji her tiştî girîngtir, derketina holê ya "xwedan" e. Ev derbasbûna çandê ye ji bêxwedîtiyê ber bi xwedîtiyê ve; ango ji folklorê ber bi avakar ve. Roland Bart di sedsala borî de amaje bi wê yekê kir ku avakar fîgureke nû ye di nava çandê de. Dîmena wêjeyê di nava çanda asayî û serdest de bi rengekî dîktatorî bi avakar û bi kesî an bi xwediyê berhemê re hatiye girêdan. Di wêjeya klasîk û post-klasîk a kurdî de, mirov hîs bi hebûna xwedayîtiyê dike.

 

Dilêr Aydogan: Bajarên îro mirov ji xwe biyanî dikin. Di helbestên te de ev biyanîbûn û tenêtiya mirovê bajarî çawa dibe wêneyekî tijî qîrîn û bêdengî?

Ramyar Mehmûd: Di helbestê de akteke şoreşgerî heye; di rêza yekem de ev akt ziman dixe rewşeke awarte de. Di helbestê de rewşeke zimanîya neasayî heye. Aliyekî din ê vê yekê ew e ku peywendiya helbestvan bi helbestê re rasterast e; ew pêdivî bi ti danûstandinê li derveyî xwe nake. Deqeke şanoyî pêdivî bi nîşandanê heye, û pîvana dawî ya deqê neçar e ku bi xuyangeke din a fizîkî derkeve, neçar e ku were nîşandan... hwd. Çawa ku tiştekî vala ye ku mirov romanan li malê bixwîne; roman pêdiviyeke mezin bi public space (qada giştî) heye. Ger tu li bajarekî Herêma Kurdistanê bijî ku veguhestina giştî tê de tune ye, ev yek gelek bêtam e. Xwendina romanê aliyekî wê kêf û entertalman e. Cihê rastîn ê xwendina romanê kafe, otobus, trên û tramwa ne; ji bo wê ye ku di geştê de em bi xwe re bibin nava balafirê. Wekî min got, helbest janreke şoreşger e; wekî şanoyê ne li benda nîşandanê ye, û wekî çîrok û romanê xewna nîşandana wêneyî nabîne. Helbest li benda tiştekî nîne ji bilî helbestê bi xwe.

 

Dilêr Aydogan: Helbesta hêsan evînê mîna stargehekê nîşan dide, lê di tekstên te de evîn jî nêzîkî valahî û hilweşînê dibe. Evîn di cîhana îro de nexweşiya me ya hebûnê kûrtir dike?

Ramyar Mehmûd: Ev cîhan bixwe bi evîndarî û romantîzma derewîn hatiye tijekirin; tenê wêje ye ku mirovahî û evîna me parastî dihêle, li derveyî sîksîzm û kapîtalîzekirina jiyanê.

 

Dilêr Aydogan: Îro pênaseya helbestê di nav populîzm û hestên azirandî yên girseyê de hinekî reş bûye. Ji bo ku helbestek nebe bermahiya aqilê girseyê û di asta xwe ya felsefî û kûr de bimîne, divê helbestvan xwe ji çi biparêze?

Ramyar Mehmûd: Divê helbestvan xwe ji zikçûn û sermayê biparêze.

 

Dilêr Aydogan: Eger di dawiyê de hemû peyv bêwate bibin û tixûbên ziman li ber valahiyê rawestin, ji bo helbestvanî rêya dawî çi ye: Nivîsandina heta têkçûna dawî, an qebûlkirina bêdengiyeke pûç?

Ramyar Mehmûd: Em hemû dikarin bibin helbestvan, em dikarin bê helbest jî bibin helbestvan. Helbestvanî performanseke bêdawî ye. Em dikarin wekî helbestvan sozeke mezin bidin ku ew jî banga hîçbûnê ye.

Parve bike: