TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Em Hemû Bi Vedîtina Ziman Hatin Xapandin

Dilovan Ali
Edîtor
📅 14 tîrmeh 2026 17:57
Ramyar Mehmûd yek ji helbestvanên naskirî yên Başûrê Kurdistanê ye ku xwedî şêwazeke taybet a nivîsînê ye. Helbestvan û nivîskar Dilovan Alî ev helbesta wî ji soranî guherandiye bo kurmancî.

Em Hemû Bi Vedîtina Ziman Hatin Xapandin

 

(ez pir ji te hez dikim; cîhan îro ji bo her tiştî li paş maye، wekî cîhanê ez jî di dîtina te de dereng mam. Çiqas ez difikirim، em tenê demsaleke bi hev re ne; bêriya demsalên din dikim ku tên. Ez dizanim ku ev cureyê xwe-îfadekirinê، ji bo helbestvanekî mîna min، nêzî şermezariyê ye.)

 

-ez ji dilê xwe yê ne xweş hîn bûm

ku dilxweşiyeke zêde ji bo mirovan bi xwe re bînim،

ev jî wezîfeyeke helbestvanî bû.

 

-bi qasî xwendina min heye،

tevahiya dîroka rastîn

ne bi qonaxan، lê bi kedeke helbestvanî

tê dabeşkirin.

bi qasî haya min heye،

Xwedeyan, mirovan wekî emanet

radestî helbestvanan kirine.

 

-dem hatiye behsa ronahiyê bikim،

ji ber ku di destpêkê de tenê tarîtî hebû.

em hemû bi vedîtina ziman hatin xapandin،

em di bin herifîna peyvan de man.

 

-tiştê ez daxwaz dikim ev e:

divê em bûn û jiyanê ji ziman rizgar bikin.

di vê cureyê krîzê de،

xeyala min ber bi şoreşê ve diçe.

şoreş yanî xwekuştin û xwevejandin،

geriyana laşekî ye di nav bajaran de،

bêyî ku xwedî ziman be.

 

-dergehên girtî yên azadiyê bi mifteya bedenê vedibin.

mirov bi sedemên îdeolojîk laşê xwe winda kiriye،

wekî helbestvanekî ferman dikim،

bi lêgerîneke giştî li pey bedenê.

 

-hûn min hêrs dikin!

min kengî gotiye çi heye?

ez hatim ji we re bibêjim ka çi ji we winda bûye.

dîsa dibêjim: bila ez aciz nebim.

em tune ne،

em hene ji bo ku winda bibin.

 

-hiştina hezar nîşanan li ser vê rêyê،

bi qasî hinek azadiya şaş ne giring e.

ez nabêjim jiyan ne nû ye،

sedema ku ez pirsên xwe yên kevn dubare dikim،

tenê ew bû ku pirsgirêk her heman pirsgirêk in.

 

-tiştê ku min digot ez ê dil ji bo cîhanê çêbikim،

bi zindîkirina dilê xwe bi dawî hat.

bêguman، ez ji vê encamê bi rastî hez dikim...

 

-min ji bîr kiriye ku ez pîr bûm،

ya rast، te ji bîra min bir.

tişt nabe، dizanim ku dibe ku wisa nebe jî;

min bi xwe wêje hilbijart،

da ku di kolanên xeyalê de bijîm

û bi awayekî zanistî neyêm şermezar kirin...

 

-tenê ez dizanim çiqas ji te hez dikim،

lê ez wekî helbestvanekî ne ewqas ker im

ku bihêlim tu kes bi vê yekê zanibe.

ez dixwazim li ser aloziyên mirovan biaxivim،

pênaseya min sade ye:

mirov diyardeyeke wateyî ye،

diyardeyên wateyî jî çareseriya wan tune ye...

 

-hûn hemû dê dereng ji hîkmeta min fêm bikin،

sedem ew e ez beriya dema xwe hatime.

hûn dengê kenê min dibihîzin،

gava hûn mijûlî rastkirin û birêkûpêkkirina ziman in...

 

-ez helbestvan im،

helbestvan yanî kesê ku zimanî qurmiçî dike.

ez nahêlim dilreşiya we ya bêsînor،

min parçe parçe bike.

bêguman ez mijûlî nivîsandina manîfestoyeke nû me ji bo mirovan،

dibe nêzî oleke nû be jî:

ew jî ev e: "ji xwe hez bikin."

 

-her ji destpêkê ku ez hatim،

her tişt tarî bû،

loma min hêviya xwe bi tu ronahiyê ve girênedaye.

hîn jî di warê zimannasiyê de، tu naskirina min bi ronahiyê re tune ye.

 

-şerê min bi kesên din re tune،

ji bilî têkoşîna bi pirsgirêkên min ên aloz re،

dibe ku tenê derfeta min ji bo wê hebe،

ew jî heke ez bigihêjimê...

bênasname di nav qerebalixiya wan hemû nasnameyan de،

têm û diçim...

 

-dibe ji vê re "sergerdanek" an "nenasek" bê gotin،

ku bahoza nasnameyan bi her aliyekî de wî diavêje.

lê ez ji vê re dibêjim "qedera xwe".

heta heger ez bibêjim jî:

jiyaneke qehremanane.

 

-di dawiyê de em ketine vir،

vira jî dê her bimîne.

vir cîhan e،

lê em na،

em jiyan in...

lê ez tam ji vê re dibêjim: "Na!"

 

-di dawiyê de her ew kes dev ji te berdidin،

yên ku ji te hez kirine.

gazîna min ew e

ku dibêjin "cîhan"...

ev derê ku bi navê xwe mezin e،

dema ji te hat tengkirin،

gava cihê te lê nebû،

wateya te li ku ye?

ez demeke dirêj e perîşan û westiyayî me،

ji serhildana Kurdan a 1991ê ve xewa min nayê.

 

Ramyar Mehmûd

Ji Soranî: Dilovan Ali 

Parve bike: