TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Qatarê “Banka Enerjiyê ya Îslamî” danî

📅 20 adar 2019 00:32

PeyamaKurd- Şîrketa taybet ya Qatarê di seha enerjiyê de banka herî mezin ya Îslamî danî. Serokê şîrketa Kaf ê Hamid bin Ahmed es-Suweydî, di civîna danasîna bankayê de ya ku li payîtexta Qatarê Dohayê kir, ragihand ku banka di seha fînansê û enerjiyê de, di dinyayê de banka herî mezin e. Suweydî got ku banka wan bi bicîhanîna projeyên enerjiyê yên navdewletî de bo fînansê xwediyê sermaya bi 10 mîlyar dolariye.

Suweydî got ku banka di bin sîwana “Nawenda Fînansê ya Qatarê” de ye û wê di 3 mehên dawiya îsalê de, dest bi xebatên xwe bike.

Qatar welatekî ku petrolê hildiberîne û rojane 600 hezar varêl petrol derdixe. Qatar xaza xwe dike av û difroşe derveyê welat.

Parve bike: