TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Qatar: Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan hate bombebarankirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 18 adar 2026 23:14
Şîrketa enerjiyê ya neteweyî ya Qeterê, QatarEnergy, ragihand ku Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan bi mûşekan hatiye hedefgirtin, di encamê de agirê mezin çêbûye.

RûpelNews - Di daxuyaniyek nivîskî ya ji hesabê X ê wezaretê de wiha hat gotin, "Qeter bi 5 mûşekên balîstîk ên ku ji Komara Îslamî ya Îranê hatine avêtin rastî êrîşê hat."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çar ji mûşekan ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin, di heman demê de mûşekek li Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan ketiye.

Li herêmê şewatek çêbûye û tîmên parastina sivîl niha ji bo vemirandina wê dixebitin. Asta zirarê li herêmê hîn ne diyar e.

Parve bike: