Putin kuştina Xameneyî şermezar kir
RûpelNews - Her ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, ku duh dest pê kirin, berdewam dikin, hat ragihandin ku Elî Xameneyî di êrîşeke li ser mala wî de hatiye kuştin.
Medyaya Îranê jî piştrast kir ku rêberê olî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de miriye. Piştî mirina wî, li Îranê şîna 40 rojî û betlaneya neteweyî ya 7 rojan hat ragihandin.
Putin bertek nîşan dide
Kuştina Xameneyî di civaka navneteweyî de bandorek berfireh çêkir. Di vê çarçoveyê de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin bi Serokkomarê Îranê Pezeshkian re bi telefonê axivî.
Di dema axaftinê de, Putin hedefgirtina Xameneyî wekî "sûcekî bi zanebûn ku hemû pîvanên exlaqê mirovan û qanûna navneteweyî binpê dike" bi nav kir, xemgîniya xwe anî ziman, sersaxî xwest û Amerîka û Îsraîl şermezar kir.