Hêrsa kuştina Xameneyî: ‘Ala reş’ hat bilindkirin
RûpelNews - Li seranserê Îranê piştî ragihandina kuştinê serokê olî ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Li gorî ragihandinên medyaya Îranê, xelk li gelek bajaran bi alên Îranê derketin kolanan.
Alîgirên Xanemeyî derketin qadan
Girse li Qada Şoreşê ya paytext Tehranê kom bûn, alayên Îranê û posterên Xameneyî bilind kirin û dirûşmên dijî Amerîka û Îsraîlê berz kirin. Li bajarê Kumê, bi sedan kes li ber Mizgeftan kom bûn da ku protestoyê li dijî Amerîka û Îsraîlê bikin.
Bo dema 40 rojan şîn hat ragihandin
Li ser gora Mizgefta Îmam Reza ya li bajarê Meşhedê, ‘ala re’ş hat rakirin. Gelek Îraniyên ku hatibûn mizgeftê, ji bo mirina Xameneyî giriyan. Li Îranê bo dema 40 rojan şîn hat ragihandin û bo dema hefteyekê jî bêhnvedana fermî hat ragihandin.
Televîzyona dewleta Îranê ragihand
Hat ragihandin ku çalakiyên bîranîn û xwepêşandanên protestoyê li gelek bajarên li seranserê Îranê berdewam dikin. Televîzyona dewleta Îranê ragihandibû ku Ayetullah Elî Xameneyî rojek berê di êrîşeke ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatibû kirin de jiyana xwe ji dest dabû.