TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

PSKê bertek nîşanî Îranê da: Êrîş îradeya gelê kurd naşkînin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 09 adar 2026 10:35
Serokê PSKê Bayram Bozyel bertek nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da û wan wekî "tirsonek" bi nav kir.

RûpelNews - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, derbarê êrîşên bi mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û komên çekdar ên ku Îran piştgiriyê dide wan ve daxuyaniyek da.

Bozyel ji hesabê xwe yê fermî yê X axivî û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û wan wekî "dijmin û tirsonek" bi nav kir.

Bozyel teqez kir ku êrîş dê îradeya gelê kurd neşkînin û bang li hikûmeta Bexdayê û aktorên peywendîdar ên li herêmê kir ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê tedbîran bigirin.

Bang ji Bexdayê kir

Serokê Giştî yê PSK Bozyel di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Em êrîşên tirsonek ên li ser Herêma Kurdistanê Şermezar dikin

Duh, di êrîşeke gelek dronan de li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, pasevanekî ewlehiyê yê bi navê Welat Tahir jiyana xwe ji dest da, û sê kesên din jî birîndar bûn.

Em êrîşên tirsonek ên li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Em sersaxiyê ji malbata Welat Tahir re dixwazin, ku di êrîşa dijminane ya li ser Balafirgeha Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da.

Em ji xwişk û birayên xwe yên di êrîşê de birîndar bûne re şifayê dixwazin.

Ev êrîşên hovane yên li ser Herêma Kurdistanê dê îradeya gelê Kurd neşkînin.

Em bang li rêveberiya Bexdayê û aktorên peywendîdar ên li herêmê dikin ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser Herêma Kurdistanê tedbîran bigirin."

Parve bike: