Projeya Kembera Kesk, ya Hewlêrê gav bi gav tê temamkirin
RûpelNews - Berdevkê Encûmena Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Sanan Abdullah, diyar kir ku proje dê bibe alîkar ji bo kêmkirina bandorên guherîna avhewayê.
Di axaftina xwe ya ji bo Kurdistan24 re, Abdullah destnîşan kir ku piştî temamkirina projeyê, tê payîn ku pileya germê li bajêr dakeve, û rêjeya qadên kesk li Herêma Kurdistanê bigihîje nêzîkî ji sedî 20an.
Xebatên Hikûmetê bênavber berdewam dikin
Abdullah destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê bandorên guherîna avhewayê ye û diyar kir ku hikûmet ji bo kêmkirina van rîskan li gorî plan û nexşerêyên zanistî dixebite.
Abdullah amaje pê kir ku hikûmetê hewldanên xwe di gelek sektoran de zêde kirine û lê zêde kir ku ev gav dê hevgirtina herêmê bi polîtîkayên avhewayê yên navneteweyî re xurtir bikin. Wî diyar kir ku kêmkirina bikaranîna jeneratorên taxan jî beşdarî pêşîlêgirtina qirêjiya jîngehê dibe.
Abdullah girîngiya stratejîk a Projeya Kembera Kesk a Hewêrê tekez kir û diyar kir ku proje dê alîkariyê bide kêmkirina germahiya bajêr û herwiha kêmkirina belavbûna karbondîoksîtê, û herwiha dikare ji aliyê geştyarî û aboriyê ve ji bo herêmê derfetên nû biafirîne.