Aborî
Piştî 'betala teqez' ya derbarê kongreya CHPê de nirxê dolarî bilind bû
Biryara dadgehê ya derbarê 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de bandor li nirxê dolarî jî kir. Li gorî daneyên dawiyê, li beramberî lîreyê tirkî nirxê dolarî bilind bû. Di saetên danê sibehê de nirxê dolarî wek 45,74 lîre hat tomarkirin.
RûpelNews - Biryara derbarê betalkirina 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê nirxê dolarî jî li hemberî lîreyî tirkî zêde kir. Ji beriya biryarê dolar wek 45.6150 de bû. Hat ragihandin ku Banka Navendî piştî bilindbûna rêjeya danûstandinê, ji bo piştgiriya lîreyî, bi milyaran dolar pereyên biyanî firot.
Hat diyarkirin ku armanca destwerdanê, ku di serdemeke nearamiya zêde ya bazarê de hat kirin, sînordarkirina tevgerên tund ên di rêjeya danûstandinê de bû.
Euro jî bi 53,08 lîre tê firotin.
Zêr jî giran bû
Li gorî daneyên herî dawî, li bazara Tirkiyeyê misqala zêrî 6 hezar û 646 lîreyan tê firotin. Zêrê Cimhurî
Çaryeka zêr bi 10 hezar û 846 lîreyî tê firotin.