TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Pistgiriyeke girîng bo biryarên kabîneya Mesrûr Barzanî

📅 16 tîrmeh 2019 20:34

PeyamaKurd - Desteya Mafên Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da biryarên hikûmeta nû ya Kurdistanê yên li ser nehîştina tiştên rûtîn, bertîl û gendeliyê.

Kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê doh duşemê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dar xist û çend biryarên girîng yên mîna nehîştina tiştên rûtîn, bertîl û gendeliyê di nav dezgehên hikûmetê de hatin dayîn û teqezî li ser şefafiyetê hat kirin.

Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê, îro bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe bo wan biryarên hikûmetê diyar kir û ragihand, bila hikûmet çavdêriya bicîhanîna wan biryaran bike û hewl bide pirsgirêkên bûdce û mûçeyên welatiyan jî çareser bike.

Parve bike: