TAYBET- Pispor: Cîhana dîjîtal tundûtûjiyê normalîze dike
RûpelNews - Şîna zarok û mamosteyên ku di êrîşên li ser dibistanên li Mereş û Rihayê de jiyana xwe ji dest danin, xemeke giran li pey xwe hişt. Şîna mamosteyê ku bi hewldan û zehmetiyeke mezin xewnên xwe pêk anîbûn tê girtin û bi milyonan kes şîna wan zarokên bêguneh digirin ku jiyana wan di rêya ber bi xewnên wan de ji wan hat standin.
Malbatan bi xemeke giran û dileke wekî agireke gur dişewite termên zarokên xwe veşartin.
Civaknas Dîlan Dolan, derbarê sedemên bingehîn ên zêdebûna bûyerên tundûtûjiyê û tedbîrên pêwîst ji bo çareserkirina wan de, nêrînên xwe bi nûçegihanê RûpelNews Hasan Kosen re parve kir.
"Hema bila dengê xwe nekin"
Zêdebûna bûyerên tundûtûjiyê di nav civakê de li pey xwe êş û azarên mezin dihêle. Civaknas û derûnnas Dîlan Dolan, diyar kir: "Gelek caran dêûbav nizanin ku zarokên wan bi telefon, tablet an komputerên xwe re çi dikin. Bi helwesta ‘hema bila dengê xwe nekin’ zarok di cîhaneke dîjîtal a nekontrolkirî de bi serê xwe dimînin."
Dolanê diyar kir ku meyla zêde ya tundûtûjiyê di nav zarok û ciwanan de nikare bi sedemek tenê were girêdan û destnîşan kir ku ev zêdebûn ji têkeliya kêmasiyên takekesî, civakî û pergalî tê.
“Zarok tên piştguhkirin”
Dolanê got, " Çekan didin destê zarokên sê salî jî. Bi gotineke din, tundûtûjî di temenekî pir zû de bi veguherandina lîstikê re normalîze dibe. Bila ez vê yekê zelal bikim: ev zêdebûn ne ji ber ku zarok 'xerab' in; ew ji paşguhkirina wan a hestyarî tê."
Dîtinbarî û normalîzekirina tundûtûjiyê girîng in
Dolanê bal kişand ser pêla bûyerên bi vî rengî yên dawî û tekez kir ku zarok zû di bin bandora mînakên ku dibînin de dimînin û dîtbariya tundûtûjiyê wê têgihiştinê xurt dike ku ew 'qebûlkirî' ye. Dolan her wiha destnîşan kir ku pêşkêşkirina naveroka tundûtûj a dubarekirî û bi hûrgilî di medyayê de bandoreke neyînî li ser zarokan dike, û tekez kir ku ev yek dikare bibe sedema sivikkirina tundûtûjiyê.
Dîlan Dolanê, tekez kir ku tundûtûjî ne tenê diyardeyeke takekesî ye lê belê yekî fêrbûyî û hatî veguhestin e, naveroka medyayê û lîstikên dîjîtal jî di vê pêvajoyê de rolekê dilîzin. Wê anî ziman ku ji bo pêşkêşkirina naverokên wiha û gihîştina zarokan, nêzîkatiyeke birêkûpêktir pêwîst e.
Rewşa tundûtûj encama pêvajoyên berhevkirî ye
Li gorî Dîlan Dolanê, zarok êrîşên wiha ne li ser xeyalekê dikin; belkî, ew encama pêvajoyên berhevkirî ne. Îhmalkariya hestyarî, tundûtûjiya navmalbatî û pevçûn, zordestiya hevalan, dûrxistin, hestên bêqîmetiyê û nîşandana tundûtûjiyê di nav sedemên sereke yên ku vê pêvajoyê geş dikin de ne.
Zexta giran ya ezmûnan
Dîlan Dolanê wiha got, "Divê em zexta giran a ezmûnan jî li ber çavan bigirin. Mînak, zarokê ku ev bûyer pêk aniye tenê 13 salî bû û xwendekarekî ku xwe ji bo LGSê amade dikir. Di vî temenî de hêviyên performansa bilind ji bo zarokekî barekî hestyarî yê giran e. Zarokek ku fêr nebûye hestên xwe derbibire, di bin zextê de ye û xwe bi tenê hîs dike, heke nikaribe bi awayekî saxlem hêrsa xwe kontrol bike, dibe ku hêrsa xwe bi kiryaran nîşan bide. Ji bo hin zarokan, tundûtûjî dikare bibe yekane rêya 'dîtinê' an 'hebûnê'. Ev rastiyeke dijwar e, lê rastiyeke ku em di qadê de pê re rû bi rû dimînin."
"Divê her dibistan xizmetên psîkolojîk ên bi kalîte pêşkêş bike"
Dîlan Dolanê diyar kir ku mekanîzmayên piştgiriya psîkolojîk di dibistanan de ne bes in û zarokên di bin rîskê de bi awayekî sîstematîk nayên şopandin. Dolan got, "Divê şêwirmendiya psîkolojîk û piştgiriya ji aliyê psîkologan ve li dibistanan ne tenê were berfirehkirin, lê belê bibe pratîkeke standard. Wê anî ziman ku "Hebûna xizmetên piştgiriya psîkolojîk ên bi kalîte li her dibistanê êdî ne mijareke bijarteyê ye, lê pêdiviyeke bingehîn e."
Di heman demê de, Dolanê bal kişand ser aliyê ewlehiyê û destnîşan kir ku gihîştina çekan ji aliyê zarokekî 13 salî ve, îşaret bi xemsariyeke cidî û binpêkirineke ewlehiyê dike.
Dîlan Dolanê, ku amaje bi wê yekê kir ku tedbîrên ewlehiyê li dibistanan ne bes in, nebûna sîstemên mîna X-rayê li dibistanan—yên ku li saziyên giştî hene—wekî kêmasiyeke girîng bi nav kir. Wê destnîşan kir ku divê sîstemên ku ketin û derketina kontrolkirî û çavdêriya teknolojîk misoger dikin, li dibistanan bibin mecbûrî.
Banga destwerdana zû ya derbarê nîşanên travmayê de
Derûnînas Dîlan Dolanê destnîşan kir ku dibe ku travma her gav di zarokên ku rastî bûyerên weha hatine de bi zelalî neyê dîtin, û diyar kir ku vekişîna ji nişka ve, teqînên hêrsê, pirsgirêkên xewê, nexwestina çûna dibistanê, kêmasiya konsantrasyonê û rewşeke hişyariyê ya domdar di nav nîşanên sereke de ne.
Dolan tekez kir ku travma divê bi ramana 'dê bi demê re biçe' neyê paşxistin, û diyar kir ku têkçûna destwerdana zû dikare bibe sedema bandorên psîkolojîk ên mayînde.
“Divê ji beriya ku bûyer biqewime tedbîr bêne standin”
Dolan diyar kir ku di çareserkirina bûyerên wiha de, divê li şûna nêzîkatiya "piştî ku diqewime", nêzîkatiyeke "berî ku diqewime" were pejirandin. Di vê çarçoveyê de, wê bal kişand ser pêwîstiya damezrandina pergalên rêkûpêk ên şopandina psîkolojîk li dibistanan, zêdekirina perwerdehiya hişmendiya dîjîtal ji bo malbatan, û ji temenekî biçûk ve zarokan bi jêhatîbûnên birêkûpêkkirina hestan amadekirinê.
Dolanê got, "Tundûtûjî ne tenê reftarake takekesî ye; ew di heman demê de diyardeyeke fêrbûyî û belavbûyî ye. Tundûtûjî belav dibe. Ji ber vê yekê, her ku dîtbariya tundûtûjiyê zêde dibe, rîska dubarebûna wê jî zêde dibe. Lê ji bilî van hemû xalan, mijara herî krîtîk ev e: naskirina zarokekî di wextê xwe de dikare pêşî li trajediyekê bigire. Hêsan e ku mirov ekranekê bide destê zarokekî da ku wî bêdeng bike; lêbelê, guhdarîkirina hestên wan, têgihîştina wan û li cem wan bûn berpirsiyariya rastîn e. Wê got, "Ji ber ku zarokek ku nayê dîtin, nayê têgihîştin û bi tenê tê hiştin, carinan hewl dide ku dengê xwe li cîhekî şaş bide bihîstin."
"Divê dêûbav berpirsiyariyê bigirin ser xwe"
Dolanê, ku tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna polîtîkayeke toleransa sifirê li hemberî zordestiya hevalan û naskirina zarokên di bin rîskê de di qonaxeke zû de û pêşkêşkirina piştgiriyeke piralî ji wan re kir, got ku divê dêûbav jî berpirsiyariyê bigirin ser xwe li şûna ku çavê xwe li reftarên zarokên xwe bigirin.
Dolanê destnîşan kir ku naskirina zarokekî di wextê xwe de dikare pêşî li trajediyeke muhtemel bigire, û tekez kir ku têgihiştin û piştgirîkirina hestên zarokan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.