Pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê bo îmzekirinê di parlamentoyê de ye
RûpelNews - Pêşnûmayasaya ku wekî beşek ji pêvajoya aştiyê hate amadekirin, li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo îmzekirinê hate vekirin.
Pêşnûmayasaya ku ji aliyê Serokatiya Koma Parlamenter a AK Partiyê ve hatiye amadekirin, berî ku pêşkêşî Parlementoyê were kirin, di nav koma partiyê de ji bo îmzekirinê ji aliyê parlamenteran ve hate vekirin.
Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Serokatiya Koma AK Partiyê ve ji parlamenteran re hatiye şandin û îmzeya Abdullah Guler li ser e, hat gotin: "Serokatiya Koma me biryar da ku divê 'Pêşnûmayayasaya Çarçoveyê' ji aliyê hemû parlamenterên me ve bi temamî were îmzekirin."
Her wiha hat destnîşankirin ku AK Partî dê berî pêşkêşkirina pêşnûmayasayê bo parlamentoyê aliyên opozîsyonê jî dê agahdar bike.
Tê payîn ku pêşnûma heta saet 17:00ê sibê (Sêşem, 4'ê Tebaxê) ji aliyê hemû parlamenteran ve were îmzekirin.