TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Pêşnûmaya budceya 2027an a Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê hat rêkirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 tebax 2026 12:56
Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku amadekariyên derbarê para ku dê ji Herêma Kurdistanê re di Pêşnûmaya Budceya Federal a 2027an de were veqetandin, temam bûne û pêşnûma ji Bexdayê re hatiye şandin.

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ji Wezaretê hat gotin ku pêşnûmeya, ku piştî zêdetirî mehekê danûstandinan hatiye amadekirin, daxwazên wekî garantîkirina mûçeyên karmendên sivîl û teqawîtan, misogerkirina ku mafên darayî yên hêzên Pêşmergeyê li gorî yên hêzên din ên ewlehiyê bin, dayîna lêçûnên derman û pêdiviyên bijîjkî, û veqetandina budçeyekê ji bo projeyên veberhênanê di nav xwe de dihewîne.

Pêşnûme herwiha ji bo tayînkirina daîmî ya karmendên peymanî, avakirina postên nû û pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo malbatên kêm-dahat jî rê dide.

Wezaretê bang li Bexdayê kir ku para Herêma Kurdistanê ya di budçeyê de li gorî mafên destûrî çareser bike, di heman demê de bang li parlamenterên Kurd ên di Parlamentoya Iraqê de kir ku di danûstandinên budçeyê de helwesteke yekgirtî nîşan bidin.

 

 

 

Parve bike: