Jiyan
Peskov: Danûsitendinên sêwrê bi Amerîka re destpêkirin
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku di navbera Rûsya û Amerîka de şêwrên li ser êrîşên sîberî destpêkirine. Peskov ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya rojane de kir. Peskov weha got:
“Em derketina holê ya sûcên sîberî qebûl nakin. Divê êrîşker bên cezakirin. Divê di asta navdewletî de hevkarî bêkirin. Divê Amerîka û Rûsya di vê babetê de hevkariyê bikin.”
Di civîna Cenewreyê ya di 16 ê hezîranê de hatibû kirin Biden û Putin li ser mijarê rawestiyabûn û lihev kiribûn.