Kongreya Amerîkayê derheqê FIFAyê de lêpirsîn da destpêkirin
RûpelNews - Endamê Kongreya Amerîkayê Jamie Raskin lêpirsînek derheqê SErokê FIFAyê Gianni Infantino de da destpêkirin.
Raskin di nameya xwe ya ku ji Serokê FIFAyê Gianni Infantino re şand de diyar kir ku lêpirsîn gumanên ku FIFAyê hewl dabû ji rêveberiya Trump îmtiyazên taybet bi dest bixe û di berdêla vê yekê de, rêveberiya Trump dozên gendeliyê yên payebilind ên bi FIFAyê ve girêdayî rakiribû, li xwe digire.
"Xerîdar hatin mexdûrkirin"
Raskin diyar kir xerîdarên Amerîkayî ji ber "bihayên zêde" û "praktîkên firotanê yên xapînok" ên FIFAyê yên di derbarê bilêtên Kûpaya Cîhanê de zirar dîtine û wî îdia kir ku gavên wekî kirêkirina cîhê ofîsê ji aliyê FIFAyê ve li Trump Tower û dayîna "Xelata Aştiyê ya FIFAyê" ji Trump re, beşek ji hewldaneke ji bo avakirina têkiliyên nêzîk bi rêveberiya Trump re bûn.
Li ser daxwaza Raskin der barê van tohmetan de Serokê FIFAyê Infantino dê îfade bide.