TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Kongreya Amerîkayê bo Trump: Ka raweste!

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 24 hezîran 2026 16:12
Senatoya Amerîkayê pêşnûmayasayek pesend kir ku tê da bang li Serok Donald Trump tê kirin ku yan şerê li Îranê rawestîne an jî berî şer ji bo operasyonan destûr ji senatoya bistîne.

RûpelNews - Piştî Encûmena/Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, Senatoyê jî pêşnûmayasayek pejirand ku tê da ji Trump tê xwestin dema rawestandin an bidawîkirina şerê li Îranê erêkirina Kongreyê were xwestin. 

Ev biryar gelemperî sembolîk e ji ber ku her çend ji her du civatên Kongreyê derbas bûbe jî, ew ê ji bo nirxandinê pêşkêşî Trump neyê kirin û ne girêdêr e. 

Di dengdana 50-48 de ku roja Sêşemê 23ê Hezîranê pêk hat, çend Komarparêz jî tev li Demokratan bûn.

Heman pêşnûmeqanûn her wiha di destpêka vê mehê de ji aliyê Civata Nûneran a Amerîkayê ve jî hatibû pesendkirin.

Di rojên dawî de, Komarparêzên li Kongreyê gumanên xwe derbarê plana aştiyê ya ku Trump bi Îranê re li hev kiriye, tînin ziman. 

Trump, rexne li pêşnûmeqanûn kir û got: "Min Îran xistiye quncikê, ew li ber hilweşînê ye, û Senato biryar daye ku dengdaneke bêwext û bêkêr li ser Qanûna Hêzên Şer li dar bixe. Van senatoran karê min hê dijwartir kirine, lê ez ê jê derkevim, ji ber ku ez her tim wisa dikim."

 
 

Parve bike: