TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Pergala parastina hewayî li Hewlêrê tê avakirin

📅 17 hezîran 2026 13:59
Endamê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Şervan Duberdanî ragihand ku dê sîstemeke parastina hewayî li Hewlêrê were sazkirin û da zanîn proje ji aliyê Serokwezîr Mesrur Barzanî ve jî hatiye pesendkirin.

RûpelNews - Şervan Duberdanî der barêdi hilberîna petrolê û avakirina li ser pergala parastina hewayî ya li Hewlêrê daxuyanî da Kurdistan24.

Duberdani ragihand  şîrketên petrolê dê ji hefteya bê ve hilberînê ji nû ve bidin destpêkirin û di qonaxa destpêkê de, dê şîrket rojane 200 hezar bermîl petrol hilberînin.

Duberdanî diyar kir ku ji bo xurtkirina parastina Herêma Kurdistanê û li dijî her cure gefan dê sîstemeke parastina hewayî li Hewlêrê were bicihkirin. Wî her wiha got ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî sazkirina sîstemê pejirand.

Serokwezîr Barzanî: Pêngaveke girîng e

Serokwezîr Barzanî di daxuyaniya xwe ya duh de, bal kişand ser pêwîstiya sîstemên parastina hewayî û got: "Em hêvî dikin ku çavkaniya gefên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc, were ji holê rakirin. Li dijî van gefan avakirina sîstemeke parastinê pêngaveke pir girîng e."

Parve bike: