Di pêşnûme qanûna parastina hewayî de cih nedan Herêma Kurdistanê
RûpelNews - Di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de, xwendina yekem a "Pêşnûmeyasaya Fona Xurtkirina Sîstemên Parastina Hewayî" ku armanca wê ew e sîstema parastina hewayî ya welêt bi teknolojiya nûjen amade bike û serweriya wê biparêze pêk hat.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Pêşnûme ya 8 xalî, ji aliyê Serokê Koma Sadîqûn Uday Awad Kazim ve, ku girêdayî tevgera Esayîb Ehlîl Heq a bi serokatiya Qeys Xezelî ye, hatiye pêşkêşkirin.
Pêşnûmeya yasa desthilatê dide hikûmetê ku bi bikaranîna fonên ji çavkaniyên derveyî budceya giştî, sîstemên parastina hewayî yên pêşketî bikire.
Pêşnûme qanûn çi dihewîne?
Pêşnûme qanûn ji bo peydakirin, pêşxistin û parastina amûrên parastinê yên pêşketî yên wekî mûşek, radar û sîstemên fermandarî û kontrolê, veqetandina budçeyeke taybet dihewîne. Çavkaniyên fînansekirinê wiha hatine plankirin:
- Veqetandina hijmarek taybet ji yedegên pereyan ên hikûmeta federal.
- Heger yedeg têrê nekin, fon dê ji teserûfên di budçeyên veberhênan û lêçûnên heyî yên wezaretan ên sala 2026an de were wergirtin.
- Hikûmet dê xwedî desthilat be ku "yedegên xwe yên zêde" ji bo vê armancê bi kar bîne.
Pêvajo dê ji aliyê Wezareta Parastinê ve were birêvebirin û dê şandeyeke teknîkî were avakirin da ku bi şîrketên navneteweyî re nîqaşan bike. Hemû belgeyên têkildarî projeyê dê wekî nepenî bimînin.
Parlamenterên kurd: Herêma ku herî zêde di bin êrîşan de ye hatiye derxistin
Cihnedayîna Herêma Kurdistanê bi nav di pêşnûme qanûnê de, ji aliyê endamên kurd ên Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê ve bertekek çêkir.
Endamê komîteyê Şîrwan Duberdanî ji Rûdawê re got, "Di pêşnûme qanûnê de tu amaje bi Herêma Kurdistanê nehatiye kirin. Lêbelê Herêma Kurdistanê ew herêm e ku li Iraqê herî zêde rûbirûyê êrîşan dibe. Ji ber vê sedemê, divê navê Herêma Kurdistanê bi awayekî eşkere di qanûnê de were bicihkirin, û divê sîstemên parastina dijî dronan li herêmê werin sazkirin."
Duberdanî her wiha amaje pê kir ku heke pêşnûmeqanûn ji aliyê Parlamentoyê ve were pesendkirin jî, ew ê nikaribe bêyî erêkirina darayî ya hikûmetê û Wezareta Parastinê were cîbicîkirin.
"Asîmana Iraqê bêparastin dimîne"
Endamekî din ê kurd ê komîteyê, Mazin Xerîb, destnîşan kir ku aloziyên leşkerî yên dawî yên li herêmê qelsiyên parastinê yên Iraqê eşkere kirine.
Xerîb got, "Di dema pevçûna 40-rojî ya li herêmê de, Iraqê nîşan da ku li hember dron û mûşekên ku li ser axa wê diçûn, tu şiyana wê ya parastinê tune bû. Vê rewşê lezgîniya yasayê zêdetir kir."
Her çend Xerîb qebûl kir ku Iraq di nav krîzeke darayî ya giran re derbas dibe jî, wî tekez kir ku parastina qada xwe ya hewayî wekî pêdiviyeke stratejîk dimîne.X
Xerîb got, "Em parêzvaniya wê yekê dikin ku bi şîrketên pêşeng ên cîhanê yên xwedî serpêhatiyeke serkeftî re peyman bên îmzekirin. Wek endamên Kurd, me ev pêşnûme ji şêwirmendên xwe yên yasayî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandiye; em ê bixebitin ku bendên ku di xizmeta berjewendiyên Kurdan û herêmê de ne, di yasayê de cih bigirin."
Beşa raveker a pêşnûme qanûnê tekez dike ku pêşkêşkirina piştgiriyeke darayî ya lezgîn ji Wezareta Parastinê re ji bo parastina serweriya neteweyî li hemberî gefên ewlehiyê yên ku welat rûbirûyê wan e, tevî êrîşên dronan û metirsiya mûşekên dûravêj, "erka neteweyî" ye.