TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Pentagon li ser Hurmuzê bersiva Îranê da

📅 05 tîrmeh 2018 16:45

PeyamaKurd- Îran ragihandibû ku Amerîka nehêle Îran petrola xwe bifroşe, wê Buhura Hurmuzê bo çûn û hatinê bigre. Amerîka jî li hember vê fikra Îranê got; bo di herêmê de bazirganiya petrolê bê parastin, ew amade ne ku hêza leşkerî bikarbînin.

Berdevkê Pentagonê Bill Urban li ser gotina fermandarê parêzvanên Şorişa Îranê ku gotibî Amerîka nehêle Îran petrola xwe bifroşe, wê Buhura Hurmuzê bigrin, got ku seyr û sefera tankêrên petrolê di ava navdewletî de bê astengkirin, ev li dijî hûqûqa navdewletiye. Urban weha got:

“Hêzên Deryayî yên Amerîka û hevkarên herêmê li her dera ku hûqûqa navdewletî îzin dide bazirganiya serbest, amade ye ku azadiya seyr û seferê biparêze.”

Kewserî jî bi armanca destekkirina Hesen Rûhanî ku rojek berê hinek şiroveyan kiribû, duhî weha got:

“Eger petrola Îranê bo firotinê bê astengkirin, em ê nehêlin ku petrol di Hurmuzê de derbasî welatên dinan bibe. %20 petrola dinyayê di Hurmuzê de derbas dibe. Pêdiviya dinyayê bi vê petrolê heye. Tevgera Amerîka ya dijminane wê li ser Amerîka biha bibe mal.”

Kewserî, Rûhanî û Qasimî di mijara petrol û Buhura Hurmuzê de gelek tiştên weka hev dibêjin ku weka siyaseta Îranê ya dewletê dertê holê.

Parve bike: