TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rubîo peyameke tund da Îranê: Em ê bersiva gefan bidin

📅 29 îlon 2026 10:33
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubîo got ku ew ê "bi awayê herî tund" bersiva gefên Îranê yên li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li seranserê cîhanê bidin.

RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo Fox Newsê de, Rubîo da xuyakirin ku eger rejîma Îranê çekek atomî bi dest bixe, ew dikare xwedî wê şiyanê be ku Tengava Hurmizê bigire û zextê li ser welatên herêmê bike. Wî destnîşan kir ku tengav niha vekirî ye û hinardekirina petrolê nêzîkî astên beriya pevçûnê dibe.

Rubîo her wiha amaje bi planeke êrîşê ya gumanbar li nêzîkî baregeheke ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve li Brîtanyayê tê bikaranîn kir û îdia kir ku "partiyeke biyanî destê wê di mijarê de hebûye" lê ti hûrgulî nedan.

Parve bike: