Partî û tevgerên Kurdistanî ji ber Pêşmergeya şehîd bertek nîşanî Silêmaniyê dan
RûpelNews - PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejîna Kurdistanê (VEJÎN) û Kesayetiyên Serbixwe derbarê êrîşên Îranê yên li ser Herêmên Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Ji bo şehîdan şîna rojekê hat danîn
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî hebûna agirbestê ya di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, hêzên girêdayî Îranê êrîşên li ser kampên ku sivîlên ji Herêma Kurdistanê û
Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin:
“Em îro li vir şîna xuşk û birayên xwe yên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê datînin.
Em di vê şîna xwe de bi hişmendiya neteweyî û Kurdistanî, li şehîdên xwe, li doz û têkoşîna wan xwedî derdikevin û êrîşên dewleta dagirker a Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî bi tundî protesto dikin.
Li gel ku niha di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de agirbestek heye jî, Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî hîna jî êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê û kampên sivîlên li Başûrê Kurdistanê (Ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn) berdewam dikin.
Di êrîşali ser kampên sivîlên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Silêmaniyê de, Pêşmergeya jin Xezal Mawlan birîndar bûbû. Lê mixabin, çend nexweşxaneyên li Silêmaniyê termê wê yê birîndar qebûl nekiribûn, tedawiya wê red kiribûn û di encama vê helwestê de Xezal Mawlan şehîd ketibû. Ev rûreşî bi vê yekê jî nemabû; çend mizgeftên li Silêmaniyê jî rê nedabûn ku termê şehîd Xezalê li mizgefta wan bê şuştin. Kesayetekî kurdê li Silêmaniyê li mala xwe termê wê şuştibû.
Ev helwesta nexweşxaneyên Silêmaniyê, berî her tiştî, tawaneke li dijî mirovahiyê ye; tawaneke li dijî orf, adet û çanda kurdewarî ye; li dijî bîr û baweriya Îslamiyetê ye; tawaneke li dijî doza miletê kurd e û ji dijmin û dagirkerên gelê Kurdistanê re xizmet dike.
Helbet, ew nexweşxane û mizgeftên ku ev helwest girtine, ji niha ve di dil, hişmendî û wijdanê hemû kurdû Kurdistanîyên cîhanê de hatine mehkûmkirin.
Lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareten peywendîdar ên Herêma Kurdistanê demildest li dijî mesûlên van nexweşxane û mizgeftan dozên yasayî vekin.
Em vê rûreşiya nexweşxane û mizgeftên Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin û rûreş dikin.
Her wiha, em êrîşênDewleta Îranê û hêzên terorîyên bi wê ve girêdayî, û şehîdkirina pêşmergeyên Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin. Em bêhelwestî û bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletên desthilatdar jî bi tundî şermezar dikin.
Em bihişmendî û erka neteweyî ji malbatên şehîdan re, jirêvebir û endamên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û PDK-Îranê û ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin; ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.
Em li gel xuşkû birayên xwe yên Rojhilatû Herêma Kurdistanê ne.
Em bang li NetewênYekbûyî, hêzên hevpeyman ên li Iraqê û Hikûmeta Bexdayê dikin ku rê li ber êrîşên Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî bigirin.
Tu êrîş û qetlîam nekarîne rê li ber têkoşîna miletê kurd a ji bo azadî û serxwebûnê bigirin; ji îro pê ve jî nikarin rê li ber têkoşîna miletê me ya li her çar perçeyên Kurdistanê bigirin.
PÊLKURD
PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK)
PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK)
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ (VEJÎN)
KESAYETÊN SERBIXWE"