Parlamenterê DEM Partiyê ji bo Narîn Guranê bangî Erdogan kir
RûpelNews - Nîqaşên derbarê doza kuştina Narîn Guran a 8 salî de berdewam dikin. Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, di gotareke xwe ya li Parlementoya Tirkiyeyê de bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û jê xwest ku bêyî ku guh bide Wezîra Malbatê an jî Qesra Serokomariyê, rasterast destwerdanê di doza Narîn Gûran de bike.
Çandar wiha got:
"Ez bangekê li Serokomar dikim: Birêz Recep Tayyîp Erdogan, bêyî guhdarîkirina Wezîra Karên Malbatê an jî Qesra Serokomariyê, bi xwe bikevin nav doza Narîn Guran! Heke hûn serî li mirovên rast bidin, hûn ê Doza Dreyfus a Tirkiyeyê çareser bikin."
Bûyera kuştina Narîn Guranê
Narîn Guran a 8 salî, di 21ê Tebaxa 2024an de piştî ku ji dersa Quranê ya li gunda wê ya derket, winda bû. Piştî lêgerîneke 18 rojan, termê wê di 8ê Îlona 2024an de hat dîtin.
Termê Narînê di nav kîsekî de li Çemê Egertutmaz, bi qasî 1.5 kîlometre dûrî gund, hat dîtin. Hat ragihandin ku kîs bi kevir û daran hatibû nixumandin. Di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de, li dijî endamên malbatê û hin gumanbaran doz hatin vekirin.
Di darizandinê de, dadgehê dayik Yuksel Guran, apê Salîm Guran û birayê wê Enes Guran, ji ber sûcê "kuştina bi qestî ya zarokekî" bi cezayê heta hetayê yê giran mehkûm kirin. Nevzat Bahtiyar jî ji ber sûcê "alîkarî û teşwîqa kuştinê" bi 17 salan zîndanê hate cezakirin.