Parlamentarê Îranê: Dema em dibînin jinên Kurd kolberiyê dikin em serm dikin
PeyamaKurd – Endamê parlementoya Îranê Ehmed Emîrabadî Ferahanî bal kişandiye ser rewşa xirab a aboriyê û gotiye, dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin em şerm dikin.
Parlamentarê bi navê Ehmed Emîrabadî Ferahanî ku kesekî nêzîkî kandîdê serkomariya Îranê Îbrahîm Reyîsî ye, li ser bêkarî û kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji malpera kurdpress re ragihandiye, pirsgirêka kolberan û kolberiyê di demek kurt de nikare were çareserkirin û divê bi plan û bernameyeke demdirêj were çareserkirin.
Parlementerê Îranî behsa kolberiya jinên kurd jî kiriye û gotiye, “Dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin, mirov şerm dike. Gelo karbidest dê çawa bersiva Xwedê bidin! Divê karbidest hesab bidin ka çi kirine ku îro namûsa me neçar maye vî karî bike!”
Ehmed Emîrabadî Ferahanî ku nûnerê bajarê Qomê ye û nêzîkî Îbrahîm Reyîsî ye behsa serdana Îbrahîm Reyîsî (wê demê serokê dadweriya Îranê bû) ya Hewlêrê kiriye û bi rengekî ne rasterast bang li kurdan kir dengên xwe bidin Îbrahîm Reyîsî.
Ferahanî piştevaniya Reyîsî ya di hilbijartinan de dike û dibêje, di dema serokatiya dadweriyê de “karên baş!” ji bo kurdan kiriye, dema bû serkomar jî dê karên baş bike!
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îbrahîm Reyîsî di sala 1988an de bi fermana Xumeynî, bi sedan kurd dane îdamkirin û gulebarankirin.