Parêzgerê Hewlêrê: Serok Barzanî piştgiriya proseya aşitiyê dike
RûpelNews - Parêzgerên Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter, li gel şandeyekê ji akademîsyen û nûnerên civaka sivîl, di çarçoveya Foruma Aşitiya Civakî û Azadiyê de serdana bajarê Amedê kirin.
Dr. Elî Teter û Umêd Xoşnaw û akademîsyenên ji Herêma Kurdistanê jî derbarê aşitiya civakî û azadiyên de behsa cerebeyên Herêma Kurdistanê, xebat û têkoşîna Nemir Mele Mistefa Barzanî û hewlên ji bo aşitiya navçeyê kirin.
“Serok Barzanî riyên aştiyane diparêze”
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, bo RûpelNewsê axivî û got, “Herêma Kurdistanê jî bi encama têkoşîneke mezin gihiştiyê vê astê û me ji bo aşitiyê gelek bedelên gira dane.” Xoşnaw, behsa rola Serok Barzanî ya di proseyên aşitiyê de jî kir û got, “Cenabê Serok Barzanî cara din jî piştgiriya proseya aşitiyê kir û dixwest ku şer bi dawî bibe û hemî arîşe û pirsgirêk bi rêya aşitiyê bêne çareserkirin û vê carê û her car cenabê Serok riyên aştiyane diparêze.”
Geştên asmanî di navbera Amed û Hewlêrê de
Xoşnaw got ku, ew dixwazin pêwendiyên bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî pêşvetir bibin û di navbera Amed û Hewlerê de geştên asmanî yên rasterast dîsa dest pê bikin.
Koç û koçberiya Kurdistaniyan
Xoşnaw û Teter di duyem roja forumê de beşdarî konferanseke bi navê, “Ji Koçberiya Bi Darê Zorê Ber bi Jiyana Hevpar Ve: Li Herêma Kurdistanê Edalet, Veger û Hemahengiya Civakî” bûn û êş û azar û zilm û zordariya li Kurdistanê hatiye kirin anîn ziman û dan zanîn ku piştî şer û aloziyan Kurdistan gihişt beşek ji mafên xwe lêbelê têkoşîna wan her berdewam dike.