Pakistanê, planeke ‘agirbestê’ pêşkêşî Îran û Amerîkayê kir
RûpelNews - Hat ragihandin ku planeke agirbestê ji bo ku Şerê Îranê raweste ji aliyan re hatiye pêşkêşkirin. Tê ragihandin ku îro ji bo pêkanîna planê rojeke krîtîk e. Heke plan were qebûlkirin, dê agirbest were ragihandin, Tengava Hurmuzê dê ji nû ve ji bo çûnûhatinê were vekirin, û dê di nav du hefteyan de lihevkirinek çêbibe.
Reutersê ragihand ku ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran û Amerîka raweste planeke peymanê ya du-qonaxî hatiye amadekirin. Li gorî nûçeyê, plan pêşî rawestandina şer û li pey wê jî peymaneke dawî li xwe digire. Di nûçeyê de tê gotin ku Sererkanê Pakistanê, Cîgirê Serokê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Îranê derbarê planê de bi awayekî cuda hatine agahdarkirin.
Plan, bendên wekî devjêberdana çekên atomî ji aliyê Îranê ve, rakirina dorpêçan, û berdana sermayeyên desteserkirî di nav xwe de dihewîne.
'Dibe ku agirbest îro were ragihandin'
Tê gotin ku divê ev plana peymanê îro were qebûlkirin; heke were qebûlkirin, dê tavilê agirbest were ragihandin û dê pêwîst be ku Tengava Hurmuzê ji nû ve were vekirin.
Heke plan were qebûlkirin, dê agirbest were ragihandin, dê Tengava Hurmûzê ji nû ve ji bo çûnûhatinê were vekirin, û dê di nav du hefteyan de lihevkirinek çêbibe.
Îran: Em zextan qebûl nakin
Berpirsekî payebilind ê Îranê ku ji Reutersê re axivî got ku Tehrana pêşniyara Pakistanê wergirtiye û ku pêşniyar tê nirxandin. Berpirsê Îranî got ku Tehranê ti bernameyeke demî qebûl nekiriye û dê di derbarê biryargirtinê de ti zextekê qebûl neke.
Berpirsekî Îranî diyar kir ku Tehran dê Tengava Hurmuzê "di berdêla agirbesteke demkî de" veneke û ku Tehran bawer nake ku Amerîka ji bo agirbesteke mayînde amade be.