Ocalan derbarê notên ku derketine holê de: Komployek li dijî min e
RûpelNews - Serokê PKKê Abdullah Ocalan derbarê notên ku di rojên dawî de li ser medyaya civakî belav bûne, û herwiha derbarê civîna yekem a Komîteya Çavdêrî û Nirxandinê ya ku di bin "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de hatiye damezrandin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ve ji raya giştî re hate parvekirin de, Ocalan bal kişand ser îradeya siyasî ya ku ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Rêberê MHPê Devlet Bahçeli ve hate nîşandan, daxuyaniya derbarê rawestandina têkoşîna çekdarî de û çarçoveya yasayî ya ku bi piştgiriya partiyên siyasî hate pejirandin.
Ocalan destnîşan kir ku civîna yekem a komîteyê nîşana wê yekê bû ku pêvajo ber bi pêş ve diçe û got, "Em di pêvajoyê de gihîştine qonaxeke krîtîk."
Ocalan, deq û belgeyên ku li ser medyaya civakî belav dibin û tê îdiakirin ku yên wî ne, red kirin û ev daxuyanî da:
“Agahî ji bo raya gîştî
Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Devlet Bahçeli îradeya xwe ya bihêz nîşan dan. Li ser bangewaziya min, têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Partiyên siyasî jî piştgirîya dîrokî dan. Bi vî awayî “Qanûna Xurtkirina Pevgirêdana Neteweyî û Yekîtiya Civakî” hat pejirandin. Komîsyona ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh yekemîn civîna xwe pêk anî. Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên zexm pêşve diçe.
Em gihîştine qonaxeke krîtîk. Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev hewlên wan komplo ye û li dijî min in. Gotin, dîtin, nav, belge û notên ku di medyayê û medyaya civakî de belav dibin û bi min re têne girêdan, ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.
Ez ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa biratiyê hîn zêdetir pêş bixim.
Ez her kesî û her alî vedixwînim ku bi ruhê biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî nêzîk bibin û hewl bidin.”