TR KU AR
FB X IG
Cîhan

NYê hişyarî li ser Rojhilata Navîn da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 gulan 2026 14:31
Berdevka UNHCRê Wolf, di nirxandina rewşa Rojhilata Navîn û rojeva heyî de, tekezî li ser "bandora domîno" kir.

RûpelNews - Berdevka UNHCRê Carlotta Wolf ragihand ku bandora domîno ya ku ji ber krîza Rojhilata Navîn çêbûye, herwiha hewildanên alîkariyê yên li derveyî herêmê jî asteng dike û diyar kir, "Eger bêîstiqrariya li Rojhilata Navîn bidome, zêdebûna lêçûnan, derengketin û kapasîteya sînordar a veguhestinê dikarin operasyonên alîkariya mirovî hîn zêdetir sînordar bikin."

Wolf di konferansa çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevê de axivî, bêaramiya zêde ya li Rojhilata Navîn, ku ji ber şerê li Îranê girantir bûye û bandora wê li ser çalakiyên alîkariya mirovî nirxand.

Wolf got, "Bandora domîno ya ku ji ber krîza Rojhilata Navîn çêbûye, di heman demê de astengiyê li pêşiya hewldanên alîkariyê yên li derveyî herêmê jî çêdike" û destnîşan kir ku krîza li wir berfireh dibe xwedî encamên dûr û dirêj e ku ji herêmê pir wêdetir diçin.

Wolf diyar kir ku UNHCR ji ber bilindbûna lêçûnên veguhestinê û astengiyên di veguhestina bar de neçar maye stratejiya xwe ya belavkirinê biguherîne û destnîşan kir ku ev rewş ji bo zincîreyên dabînkirinê û belavkirina alîkariya mirovî ya cîhanî encamên her ku diçe girîngtir çêdike.

Wolf destnîşan kir ku nebawerî û bêîstiqrariya zêde ya li derdora rêyên sereke yên deryayî yên li Kendavê, tevî Tengava Hurmuzê, çûnûhatina deryayî asteng dike û diyar kir ku bilindbûna lêçûnên sotemenî, xwarin û barkêşiyê li seranserê cîhanê dibe sedema bilindbûna bihayên û derengketina gihandina pêdiviyên krîtîk.

Wolf destnîşan kir ku lêçûnên bilind ên veguhastin û sotemeniyê bi awayekî nehevseng bandorê li mirovên di rewşên awarte de dikin, di nav de bi milyonan penaber û kesên koçberbûyî.

"Rewşa li Afrîkayê cihê fikarê ye"

Wolf diyar kir ku girtina rêyên sereke yên deryayî bûye sedem ku bikaranîna alternatîfên dirêjtir û bihatir zêde bibe û ev yek bûye sedema demên veguhestinê yên dirêjtir û tevliheviya operasyonel a zêdetir.

Wolf, bal kişand ser wê yekê ku gelek krîzên koçberiyê yên bi hev ve girêdayî berdewam dikin û rewşa li Afrîkayê, ku gelek caran bi awayekî trajedîk tê paşguhkirin, bi taybetî cihê fikaran e, tekez kir ku welatên li herêmên ku şer lê heye di bin bandoreke neyînî ya vê rewşê de ne.

Wolf diyar kir, "Eger bêîstiqrariya li Rojhilata Navîn berdewam bike, zêdebûna lêçûnan dikare operasyonên alîkariya mirovî hîn zêdetir sînordar bike. UNHCR bi guhertina riyan, ji nû ve belavkirina stokên xwe û bi bikaranîna lojîstîka bi piştgiriya bexşîneran, li xwe mikur tê. Wî diyar kir, "Astengiyên demdirêj rîska kêmkirina qebare û leza gihîştina alîkariyê ji bo kesên hewcedar bi xwe re tînin, ku ev yek dikare ji bo bi milyonan penaber û kesên koçberbûyî li seranserê cîhanê bibe sedema encamên giran."

Parve bike: