Neteweyên Yekbûyî derbarê koletiya cermreşan de biryareke dîrokî da
RûpelNews - Di dengdanê de, 123 welatan dengê erê dan pêşnûme biryarê, 52 welatan dengê xwe neda û 3 welatan jî dengê na dan. Arjantîn, Îsraîl û Amerîkayê li dijî pêşnûme biryarê deng dan.
Biryar ji aliyê Koma Efrîqayê ve hat amadekirin
Biryar, ku ji aliyê Ganayê ve li ser navê Koma Efrîqayê hatiye pêşkêşkirin, tekez dike ku divê neheqiyên dîrokî yên ku Efrîqî û mirovên ji eslê Efrîqî dîtine, bi awayekî li gorî edalet, mafên mirovan û rûmetê bên çareserkirin. Herwiha di biryarê de tê gotin ku daxwazên tezmînatê ji bo sererastkirina van neheqiyên dîrokî pêngaveke berbiçav pêk tînin.
Wezîrê Karên Derve yê Ganayê, Samuel Okudzeto Ablakwa, di axaftineke xwe ya piştî dengdanê de diyar kir ku ev biryar ji bo civaka navneteweyî "xaleke dîrokî" ye, û got, "Me ne tenê metnek derbas kir; me rastiyek piştrast kir. Me bîranîn li şûna bêdengiyê, rûmet li şûna jêbirinê, û mirovahiya hevpar li şûna dabeşbûnê hilbijart."
Sekreterê Giştî: Em ê qet qurbaniyên koletiyê ji bîr nekin
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, di civîneke bîranînê de ku wekî beşek ji Roja Bîranîna Navneteweyî ya Qurbaniyên Koletiyê û Bazirganiya Koleyan a Nav-Atlantîkî hat lidarxistin, axivî û got, "Em ê qet qurbaniyên koletiyê ji bîr nekin. Her wiha divê em wê sîstema ku ew ji bo demeke ewqas dirêj di cih de hişt jî ji bîr nekin." Guterres kêfxweşiya xwe li ser gavên ku ji aliyê hin welatan ve hatine avêtin ji bo qebûlkirina rolên xwe yên di koletiyê de, pêşkêşkirina lêborînan û destpêkirina diyalogê li ser encamên mayînde anî ziman, û bang li welatên din kir ku gavên bi heman rengî bavêjin.
'Yek ji binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan'
Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbock, tekez kir ku bazirganiya koleyan yek ji binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan di dîroka mirovahiyê de bû. Baerbock diyar kir ku her çend koletiya bi awayekî qanûnî hatibe rakirin jî, encamên wê heta îro berdewam dikin, û ku rûbirûbûna neheqiyên rabirdûyê ji bo paşerojeke adilantir berpirsiyariyeke kolektîf e.