TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Partiyên Rojhilatê bang li Neteweyên Yekbûyî û kurdan kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 18 nîsan 2026 23:46
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku pêwîst e hikûmeta Îraqê li hemberî êrişên li ser wan bertekên cidî nîşan bide û gavên pratîkî biavêje.

RûpelNews - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê derbarê êrişên li ser kamp û baregehên xwe daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniyê got, "Em berê xwe didin hikûmeta Îraqê û radigihînin ku pêwîst e helwest û bertekên wan ên cidî hebin.

Ji bo parastina canê penaberên siyasî û rêlibergirtina ducarebûna van tawanan, divê gavên pratîkî, yasayî û eşkere biavêjin."

Hevpeymaniyê her wiha di daxuyaniyê ragihand, "Parastina serweriya axê û canê niştecihên Herêma Kurdistanê erkekî destûrî ye.

Bi taybetî jî ku Komara Îslamî ya Îranê peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan de bin pê kiriye."

"Divê Neteweyên Yekbûyî êrişan wekî tawanên şer binase"

Li gorî nûçeya  Rûdawê, Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, "rexneyên tund" li nûnertiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Îraq û Herêma Kurdistanê digirin û dibêjin:

"Em di wê baweriyê de ne ku bêdengî û pasîvbûna wan a li hemberî van tawanên şer û paşguhkirina erkên wan ên mirovî, destê rejîma Tehranê ji bo destdirêjiyên zêdetir vekiriye."

Hêzên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bangî Neteweyên Yekbûyî kîr û got:

"Em daxwaz dikin û pêwîst e jî ku ev êriş wekî tawanên şer û terora navneteweyî bên naskirin. Divê bên tomarkirin û helwest li hemberî wan bê nîşandan."

Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di beşeke din a daxuyaniyê de, bi tundî rexneyê li "siyaseta dan û standina welatan a bi Komara Îslamî re" digirin û wiha pê de çûn: "Em tekezî li ser wê rastiyê dikin ku vê rejîma dîktator ewlehî û aramiya hemû cîhanê dîl girtiye.Her tim dan û standin û lihevkirina bi civaka cîhanî re ji bo kirîna demê û bipêşbirina armancên xwe bi kar aniye."

Her wiha bangî Neteweyên Yekbûyî tê kirin û tê gotin, "Dema wê hatiye ku bertekeke bilez hebe û civaka navneteweyî bi lihevkirina bi Tehranê re êdî destê rejîmê veneke."

Kurdên li derveyî welêt xwenîşandanên aştiyane bikin

Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê daxwazê ji Kurdên ku li derveyî welêt dijîn dikin û dibêjin: "Bi plan û bernameyeke xurt, bi rêkxistina çalakî û xwenîşandanên aştiyane û bi awayekî berdewam derkevin kolanan.

Li ber balyozxane û konsulxaneyên rejîmê û navendên biryardanê kom bibin û dengê nerazîbûna neteweya me bilind bikin."

Supaya Pasdaran: Me bi dronan êrişî baregehên Partiya Demokrat kir

Îro Pêwendiyên Giştî yên Biryargeha Hemze Seyîduşşoheda ya ser bi Hêza Bejahî ya Supaya Pasdaran ve ragihand ku wan cihê komên çekdar ên Partiya Demokrat ên li navçeyên Cêjnîkan û Balîsanê yên li Herêma Kurdistanê kirine armanc.

Li gorî daxuyaniyê, "piştî çavdêriyeke hûr a îstixbaratî, cihê veşartina wan koman ên li navçeyên Cêjnîkan û Balîsanê hatine destnîşankirin û bi dronên bombebarkirî hatine armanckirin."

Çi rû bûbû?

Ev daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, piştî zincîreyek êrişên li ser baregeh û cihên niştecihbûnê yên endam û Pêşmergeyên wan ên li Herêma Kurdistanê hat dayîn.

Endamê Desteya Kargerî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî doh  daxuyaniyek dabû. Kawe Behramî got ku di du êrişên li ser baregeheke partiya wan a li sînorê Sîdekanê û Kampa Cêjnîkanê ya li qezaya Behirkeyê ya parêzgeha Hewlêrê de 3 welatî şehîd ketine û 2 kesên din jî birîndar bûne.

13ê Nîsanê jî, di êrişekê de ku Partiya Komeleyê dibêje "Komara Îslamî ya Îranê kiriye" li ser Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê, Pêşmergeyek şehîd ketibû û 2yên din jî birîndar bûbûn.

Parve bike: