TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Netanyahû: Fisara li ser Îranê zêde bikin!

📅 05 îlon 2019 20:52

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, li ser îhtimala hevdîtinên ligel Îranê yên derbarê Peymana Nukleerî de, bang li civaka navdewletî kir ku fişara li ser Îranê zêdetir bikin.

Netanyahû beriya ku ji bo hevdîtinên ligel Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson û Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Mark Esper ber bi Londonê bi rê bikeve daxuyanî dan.

Netanyahû li ser mijara ku Îranê sozên pêşnexistin û rawestandina lêkolînên nukleerî dane sekinandin got, ‘Êdî ne dema hevdîtinan e, dema zêdekirina fişarê ye.’

Doh Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihandibû ku êdî ew sozên peymana atomî bicih nayînin û gotibû, ji bo welatê wan çi pêwîst e wan gavan diavêjin.

 

Parve bike: