Netanyahu ferman da: Binesaziya Hizbullahê ya li Başûrê Libnanê hilweşînin
RûpelNews - Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku Netanyahu talîmat daye ku hemû saziyên Hizbullahê yên ku ji bo êrîşên ser Îsraîlê tên bikaranîn werin rûxandin; çi navendên li ser erdê bin û çi jî yên bin erdê bin, di nav de tunel jî hene.
Serokwezîrê Îsraîlê ji leşkeran re got: "Talîmat ev e; gava hûn vê fermanê bi cih tînin, tiştekî li pişt xwe nehilêrin."
"Artêş ji sînor venakêşe"
Netanyahu her wiha anî ziman ku heke leşker metirsiyekê li ser jiyana xwe bibînin, divê demildest destwerdanê bikin. Wî tekez kir ku artêş ji herêma sînorî venakişe heta ku Hizbullah bi temamî neyê bêçekkirin û nebe metirsiyek ji bo Îsraîlê.
Netanyahu Hizbullah wekî "xeleka herî girîng" a eniya hevalbendên Îranê bi nav kir. Wî îdia kir ku ji depoya çekan a Hizbullahê (ku berê nêzî 150 hezar mûşek û fîşek tê de bûn) niha tenê ji sedî 8 (%8) maye.