TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Nêçîrvan Barzanî û Sudanî li Bexdayê li ser hikûmeteke hevpar axivîn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 18:47
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdanên xwe ya Bexdayê de, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiya. Di civînê de pêvajoya siyasî ya li Iraqê û gavên ber bi avakirina hikûmeteke federal a nû ve hatin gotûbêjkirin.

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat weşandin de, bal hat kişandin ser girîngiya pêşveçûna pêvajoya siyasî li ser bingeha hevpariyê di navbera aliyan de. Hat tekezkirin ku divê hikûmeta ku dê were avakirin xwedî avaniyekê be ku aramiyê xurt bike û têgihiştina di navbera aliyan de pêş bixe.

Hat destnîşankirin ku Barzanî û Sudanî herwiha karên dawî yên hikûmeta federal nirxandine û di heman demê de hat ragihandin ku Barzanî pesnê hewildanên Sudanî daye û girîngiya pêşxistina peymanan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xistiye ber çavan.

Girîngîpêdana ewlehî û aramiyê

Di civînê de herwiha mijarên parastina ewlehî û aramiyê li Iraqê û dûrxistina welat ji aloziyên herêmî hatin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de, pêwîstiya parastina serweriya neteweyî û berjewendiyên neteweyî hat tekezkirin.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Sûdanî

Derbarê civînê de Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek da û ragihand ku di civînê de rewşa giştî ya welêt hatiye gotûbêjkirin û hewldanên ji bo avakirina hikûmeteke nû hatine nirxandin. Daxuyaniyê tekezî li ser girîngiya lezkirina pêvajoyê kir ji bo avakirina hikûmeteke ku li gorî hêvî û daxwazên hemû aliyan be.

Ofîsa Sudanî her wiha destnîşan kir ku destkeftiyên di warên siyasî, aborî û pêşketinê de di dema hikûmeta heyî de hatine bidestxistin, hatine nirxandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Barzanî piştgiriya xwe ji bo hewldanên dîtina çareseriyên destûrî û yasayî di navbera hikûmeta federal û rêveberiya herêmî de nîşan daye.

Parve bike: