TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî serokkomarê nû yê Îranê Reîsî pîroz kir

📅 19 hezîran 2021 22:50

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema ku Îbrahîm Reîsî bû serokê nû yê Îranê, peyama pîrozbahiyê bo wî şand. Barzanî, Reîsî pîroz kir û di xebatên wî de jê re serkeftinê xwest.

Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku di dewra Reîsî de, di navbera Îran, Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêwendiyên wan baştir bin, cîrantiya wan baş be û têkiliyên wan li ser berjewendiyên her dû aliyan xurttir bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got bo îstîqrara herêmê, divê Hewlêr û Bexda li ser mafên hevpar bi Tehranê re bixebitin.

Parve bike: