Nêçîrvan Barzanî: Rêya çareseriyê dîyalog e, dê hin yasa bên rakirin...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li gorî destûra Iraqê bêne çareserkirin û got, dê hin yasayên ji sîstema federalî re dibin asteng bên rakirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi şandeke bilind a hikûmeta Iraqê re dicivin.
Hat ragihandin ku mijara sereke ya civînê çareserkirina çend pirsgirêkên ku heya niha nehatine çareserkirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji medya Kurdistanê re ragihand, lidarxistineke civîneke bi wî rengî cihê dilxweşiyê ye û ew tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li gor destûra Iraqê dikin.
Barzanî got: “Lidarxistina civîna aborî ya hikûmeta Iraqê nîşan dide ku baweriya her du aliyan bi diyalog û hevfamkirinê heye bo çareserkirina pirsgirêkan.”
Barzanî destnîşan kir, ew dê hewl bidin li ser pirsgirêkên petrolê û deverên Kurdistanê yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bigihin rêkeftinê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, dê hinek yasayên ku li pêşiya geşbûna sîstema federalî ya welêt dibin asteng jî werin rakirin.