TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî piştgirî da Çarçove Yasayê: Serdema çareseriyên çekdarî bi dawî bû

Hasan Kosen
Edîtor
📅 13 tebax 2026 08:23
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya yasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku ji aliyê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ve hatiye pesendkirin, kir. Barzanî yasa wekî "xaleke werçerxanê ya wêrek û girîng" a ber bi aştiyeke mayînde, geşedan û aramiyê ve ji bo Tirkiye û herêmê bi nav kir.

RûpelNews - Barzanî got, "Ez bi dil û can pêşwaziya pejirandina yasaya ‘Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî’ ya ji aliyê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ve dikim" û tekez kir ku ev yasa ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, geşedan û aramiyê li Tirkiyeyê û herêmê xaleke werçerxanê ya girîng e.

“Serdema çareseriyên çekdarî bi dawî bû”

Barzanî diyar kir ku serdema çareseriyên çekdarî bi dawî bûye û destnîşan kir ku wan her tim bawer kiriye ku aştî û diyalog bijarteyên rast in.

Wî destnîşan kir ku ev qanûn derfeteke girîng e ji bo xurtkirina baweriyê di navbera civakên cuda yên li Tirkiyeyê de û ji bo avakirina hawîrdoreke ji bo jiyana hevpar a aştiyane.

Banga aştiyê û spasî ji bo Erdogan

Barzanî, tekezî li ser girîngiya piştgiriya her kesî ji bo vê însiyatîfê û beşdarbûna di avakirina aştiyê de kir û spas û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû serok û partiyên siyasî yên ku ji bo derbasbûna qanûnê hewl dane kir, bi taybetî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.

"Piştgiriya Herêma Kurdistanê bêdawî ye"

Di dawiya peyama xwe de, Neçîrvan Barzanî piştgiriya bêdawî ya Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê û aramiyê dubare kir.

Parve bike: