Nêçîrvan Barzanî: Ez keyfxweşi pêşwaziya biryara agirbestê dikim
RûpelNews - Barzanî diyar kir ku ev geşedan gaveke girîng e ji bo kêmkirina aloziyan, parastina sivîlan û ji nû ve avakirina diyalogeke avaker. Barzanî spasiya hewldanên hemû aliyên ku ji bo misogerkirina agirbestê ked dane, kir.
Barzanî her wiha hêviyên xwe anî ziman ku hemû alî wan sozên xwe bi niyeta baş bi cih bînin û ji bo aştiyeke mayînde ya ku dê bibe alîkar ji bo aramî, ewlehî û geşedana li herêmê, hewl bidin.
Neçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser platforme medyaya civakî Xê de wiha got:
"Ez pêşwaziya peymana agirbestê ya ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de hatiye îmzekirin, dikim. Ev pêşketin gaveke girîng e ji bo kêmkirina aloziyan, parastina sivîlan û ji nû ve avakirina diyaloga avaker. Em hewildanên hemû aliyên ku ji bo misogerkirina vê agirbestê ked dane, silav dikin.
Ez hêvî dikim ku hemû alî vê sozê bi niyeta baş bi cih bînin û ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde ya ku dê li seranserê herêmê aramî, ewlehî û geşedanê pêş bixe, hewl bidin."