TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Ev pêşhatineke pir xeternak e

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 adar 2026 20:40
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku êrîşa li ser mala wî ya li Dihokê ne bûyereke şexsî ye û ew pêşhatineke pir xeternak nîşan dide.

RûpelNews - Îro, bi droneke bombekirî êrîş li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de li ser êrîşê got, "Rastiya ku ev komên ne yasayî wî mafê bi xwe re dibînin ku mala Serokê Herêma Kurdistanê bikin hedef, nîşan dide ku ev ne bûyereke şexsî ye. Ev ji bo Iraqê bi giştî pêşhatineke pir xeternak e. Divê sînorek bo wan bê danîn."

Neçîrvan Barzanî destnîşan kir ku, ji ber dawiya hefteyê bû, kes li malê nebû û kes birîndar nebûn.

Parve bike: