TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Ev destdirêjiyeke dijminkarane ye

Hasan Kosen
Edîtor
📅 24 adar 2026 14:13
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got,’Êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan kiryareke rasterast û dijminkarane ye li dijî serweriya welat; ji bo vê êrîşê tu hincet nîne û bi temamî li dijî prensîbên cîranatiya baş e."

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî derbarê êrîşa Îranê ya ku hêzên Pêşmergeyan li ser sînorê Soran kiribû armanc, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de, Barzanî êrîş şermezar kir û sersaxî û hêviyên xwe pêşkêşî kesûkarên şehîdan kir ji birîndaran re ji Xwedê hêviya dua kir.

'Herêma Kurdistanê siyaseta aramî û seqamgîriyê dişopîne'

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê siyaseta aramî û seqamgîriyê dişopîne, û her wiha destnîşan kir ku êrîşa ev êriş binpêkirina serweriyê ye. Barzanî her wiha bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navneteweyî kir ku rê li ber êrîşên bi vî rengî bigirin û yekparçebûna axa herêmê biparêzin.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Em êrîşa mûşekî ya Îranê ya vê sibê, ku baregehên hêzên Pêşmergeyan yên li ser sînorê Soran kiribû armanc û bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmarek Pêşmergeyên leheng, bi tundî şermezar dikin. 
Em şîna xwe ya herî kûr ji malbat û hezkiriyên şehîdan re diyar dikin, û em di xemgîniya wan de şirîk in. Her wiha em ji bo birîndaran hêviya başbûneke zû dikin. 
Herêma Kurdistanê her tim faktoreke aramî û seqamgîriyê bûye. Em pabendî siyaseta ne-destwerdanê û dûrketina ji pevçûnan in, û bi ti awayî ewlehiya welatên cîran naxînin xeterê. Ji ber vê yekê, ev êrîş çalakiyeke rasterast û dijminkarane ye li dijî serweriya welêt, ku tu hincet ji bo wê nîne, û bi temamî li dijî prensîbên cîranatiya baş e. Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku hewlên xwe zêde bikin ji bo pêşîlêgirtina dubarebûna van êrîşan û ji bo parastina serweriya axê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê.”


 

Parve bike: