Nêçîrvan Barzanî: Divê em Herêma Kurdistanê ji aloziyên şer dûr bixin
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de hişyarî da ku herêm di rewşeke "hestiyar û aloz" de derbas dibe û bang kir ku destkeftiyên destûrî werin parastin.
Newroz sembola berxwedanê ye
Nêçîrvan Barzanî, cejna Newrozê li malbatên şehîdan, Pêşmergeyan û hemû gelê Kurd pîroz kir. Barzanî Newroz wekî îfadeyeke kûr a dîroka têkoşînê pênase kir û got: "Newroz sembola têkçûna tarîtiyê û nûbûna jiyanê ye. Tu hêz û çek nikare agira azadîxwaziyê di dilê Kurdan de vemirîne."
Parastina statuya federal û kiyana siyasî
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku erkê wan ê herî sereke parastina kiyana siyasî ya Herêmê ye: "Em ê bi îradeyeke Newrozî, destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin. Federalî û kiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan û têkoşîna me ya çendîn salan e; em ê wê zexm û bihêz bihêlin."
Metirsiyên şer û peywendiyên Hewlêr - Bexdayê
Barzanî bal kişand ser aloziyên li herêmê û metirsiya belavbûna şer: "Îsal herêma me di rewşeke aloz de derbas dibe. Erkê me hemûyan e ku em bi berpirsiyariyeke dîrokî bixebitin da ku Kurdistan û Iraqê ji van aloziyan dûr bigirin. Aştî hêza me ya herî mezin e." Barzanî derbarê peywendiyên bi Bexdayê re jî got ku cîbicîkirina rastîn a destûrê û sîstema federalî, garantiya Iraqeke bihêz û aram e.
Banga hişyariyê ji bo welatiyan
Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî ji welatiyan daxwaz kir ku di dema geşt û seyranan de hay ji ewlehiya xwe hebin û rêkarên hatinûçûnê li ber çav bigirin. Her wiha bang kir ku jîngeh û sirûşta Kurdistanê wekî erkeke neteweyî were parastin.