TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 12:52
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo rêze hevdîtinan çû Bexdayê.

RûpelNews - Li gorî agahiyan, tê payîn ku di serdana xwe de Nêçîrvan Barzanî bi aktorên siyasî yên Şîe û Sunnî re hevdîtinan bike.

Li gorî agahiyan, di beşa yekem a bernameya xwe de, Neçîvan Barzanî bi nûnerên Çarçoveya Hemahengiyê, ku mezintirîn bloka partiyên siyasî yên Şîe li Parlamentoya Iraqê ye, re dicive.

Her wiha hevdîtinek bi Mihemed Sûdanî re jî hatiye plankirin. Tê payîn ku di rojeva van hevdîtinan de karên hikûmetê û mijarên siyasî yên herêmî hebin.

Her wiha hatiye ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Elî Zeydî, serokwezîrê erkdar ê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin, re bicive.

Di dema serdanê de, tê payîn ku Nêçîrvan Barzani bi partiyên siyasî yên Sunnî re jî hevdîtinên cuda bike.

Parve bike: