TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Neçîrvan Barzanî: Bihêzbûna PDKê li Bexdayê wate zaminbûna destkeftên Herêma Kurdistanê ye

📅 27 îlon 2021 09:57

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do di merasîmeke hilbijartinê ya Hewlêrê de axivî û diyar kir, li Parlamentoya Iraqê bihêzbûna PDKê wate bihêzbûna Herêma Kurdistanê ye. Bihêzbûna PDKê, li Bexdayê wate zaminbûna destkeftên Herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji cemawer û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê jî kir, hemû bi hev re kar bikin û di hilbijartina 10ê Cotmehê de ji bo Parlementoya Iraqê, kandîdên PDKê baştirîn serkeftinê bi dest bixin û jimareyeke zêde ya kursiyên Iraqê bi dest bixin.

Parve bike: