NATO: Em ji bo parastina li dijî gefan bi biryar in
RûpelNews - Wezareta Parastinê Tirkiyeyê ragihand ku cebilxaneyên balîstîk ên ji Îranê ber bi fezaya hewayî ya Tirkiyeyê ve hatine avêtin, ji aliyê hêzên NATOyê ve li Rojhilatê Deryaya Spî hatine têkbirin û hin perçeyên cebilxaneyan li Dîlokê ketine. Ev di nav hefteyekê de duyemîn mûşeka Îranê bû ku Tirkiyeyê kiribû hedef.
NATOyê derbarê xistina mûşekên balîstîk ên ku ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hatibûn avêtin û ji aliyê hêzên NATOyê ve li Deryaya Spî ya Rojhilat hatibûn xistin, daxuyaniyek da.
Berdevka NATOyê Allison Hart diyar kir, "NATOyê careke din mûşekek ku ber bi Tirkiyeyê ve diçû xist. NATO bi awayekî eşkere amadebûna xwe ya ji bo parastina hemû hevalbendên xwe li hemberî her gefekê nîşan dide."
NATOyê mûşeka duyem a ku ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hat avêtin, xist
Wezareta Parastinê ya Tirkiye îro ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hatibû avêtin, ji aliyê hêzên NATOyê ve li Deryaya Spî ya Rojhilat hat xistin. Li gorî daxuyaniya wezaretê, hin perçeyên mûşekê li Dîlokê ketin erdên vala.
Mûşeka duyemîn a ku dikeve nav asîmana Tirkiyeyê
Hefteya borî, mûşeke din ku ji Îranê hatibû avêtin, piştî ku di asîmanên Îraq û Sûriyê re derbas bû, dema ku ber bi herêma Hatayê ve ber bi asîmana Tirkiyeyê ve diçû, ji aliyê Sîstemên Parastina Hewayî yên NATOyê ve hat têkbirin.
Parçeyek ji mûşeka astengker li devereke vekirî ya li Dortyol, Hatayê ket û di derbarê bûyerê de ti qurbanî an birîndarî nehatin ragihandin. Balyozê Îranê hate gazî wezaretê kirin û li wir raman û bertekên derbarê bûyerê de jê re hatin ragihandin.