Sîpor
Nahit Eren: Amedspor ji nû ve tê avakirin
Serokê tîma Amedspor Nahît Eren got, "Pêwîst e em tîmê ji nû ve ava bikin, da ku em bikaribin di Super Lîgê de bimînin."
RûpelNews - Amedspor piştî ku derbasî Super Lîgê bû ji niha ve dest bi amadekariyên sezona nû kir. Serokê Amedporê Nahît Eren ragihand ku dê klûb ji nû ve were avakirin.
Nahît Eren di daxuyaniya çapemeniyê de armanca nû ya tîmê bo Super Lîgê de wiha axivî: "Armanca me ew e ku em her Super Lîgê de bimîmin. Super Lîg pêşbirkeke asta bilind e. Piştî pîrozbahiyan, em ê bi lez û bez dest bi amadekariyên xwe ji bo Super Lîgê bikin. Her çend hin lîstikvanên tîma me ya niha bimînin jî, pêwîst e em tîmê ji nû ve ava bikin da ku em bibin xwedî lîstikvanên baştir û bi tecrûbe da ku pêşbaziyê bikin ligel hevrikên xwe yên Super Lîgê. Armanca me ew e ku em lîstikvanên stêrk û xwedî ezmûn ên ji nav welêt û derveyî beşdarî tîma xwe bikin."