TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Nêçîrvan Barzanî Cejna Ekîtu ya Xirîstiyanan pîroz kir

📅 01 nîsan 2024 16:27

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê Cejna Ekîtuyê li Xirîstiyanan pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, Cejna Ekîtuyê ya sala nû ya Aşûr, Suryan û Kildanan pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez sersala Aşûrî-Babilî û Cejna Ekîtuyê li birayên xwe yên Asûr, Suryan, Kildan û hemû Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvî dikim cejneke aram û xweş derbas bikin û serkeftinê ji wan re dixwazim. Sersala we pîroz be.”

Parve bike: