TR KU AR
FB X IG
Cîhan

MSD: Ev helwesta Swêdê lawazbûna demokrasiyê ji bo razîkirina dektatoriyê nîsan dide

📅 10 mijdar 2022 13:32

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk da zanîn, daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Swêdê hemwextî salvegera 8an a Roja Kobanî ya Cîhanî, cihê hêrsê ne.

Li gor MSDê diyar kir, berxwedana YPG, YPJ û QSDê li dijî DAIŞê parçeyekî girîng ji ewlehiya cîhanê pêk anî û di berdêla wê de 35 hezar şehîd dan.

Di berdewamiyê de piştrast kir ku ev helwesta Swêdê lawazbûna demokrasiyê ji bo razîkirina dektatoriyê nîşan dide, lewma pêwsît e deng gel û rêxistinên siyasî li hemberî vê yekê bilind bibe.

Parve bike: