Rojhilata Navîn
Mossad: Heta li Îranê rejîm neguhere şer naqede
Serokê Mossadê David Barnea ragihand êrîşên wan li dijî Îranê heta rejîma wî welatî neyê guhertin dê bi dawî nebe û tekez kir ku bi mebesta guhertina rejîma li Îranê şerê wan dê bidome.
RûpelNews - Serokê Mossadê David Barnea di merasîma bibîranîna Roja Holokostê daxuyanî da û wî di daxuyaniya xwe de qala kar û barın saloxgerî yên li dijî Îranê kir.
Barnea diyar kir ku ew di dilê Tahranê de bi awayeke aktif operasyonan pêk tînin û mûşekên ku bo Îsraîlê gef in ji aliyê artêşa wan hatine tarûmarkirin.
Serokê Mossadê di axaftina xwe de armanca operasyonan jî kir û li ser vê wiha got: “Karê me esasî guhertina rejîma li Îranê ye loma karê me hêj li Îranê neqediya. Heta rejîma li Tahranê neyê guhertin şerê me li dijî Îranê naqede heta rejîm biguhere êrîşên me dê bidome.”