Tirkiye
MÎTê li ser mayîna Xumeynî li Tirkiyeyê belgeyekê belav kir
Rêxistina Saloxgerî ya Neteweyî ya Tirkiyeyê, derbarê Serokê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî de ku demekê li bajarê Bursayê dijiya belgeyeke fermî belav kir.
RûpelNews - Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) nameyeke bi dîroka 11ê Mijdara 1964an, ku wekî 'pir nepenî' hatiye nîşankirin, derbarê mayîna Ayetullah Xumeynî li Bursayê de ku rêberê siyasî û olî yê Şoreşa Îslamî ya Îranê belav kir.
Di belgeyê de li ser Xumeynî wiha hat nivîsîn:
"Mêvanekî Îranî gihîştiye Tirkiyeyê û biryar hat dayîn ku ew ê li Bursayê bimîne. Cihê mayîna mêvan û mijarên din ên pêwendîdar rasterast dê ji aliyê Fermandariya Yuva ya Bursayê ve bên amadekirin. Fermanên pêwîst hem bi nivîskî hem jî bi devkî ji Fermandariya Yuva ya Bursayê re hatine şandin. Di hemû name, peywendî û ragihandinên derbarê mêvan de dê navê kod 'Belli' were bikaranîn. Ji kerema xwe vê agahiyê li ber çavan bigirin."